- Bi boneya Cejna Newrozê, Sêyemîn Festîvala Gundê Ebabeylê ya girêdayî parêzgeha Helebce hat lidarxistin.
Bi boneya Cejna Newrozê, Sêyemîn Festîvala Gundê Ebabeylê ya girêdayî parêzgeha Helebce hat lidarxistin.
Di festîvalê de agirê Newrozê hat pêxistin. Her wiha pêşangeha karên destan ên jinan hatin nîşandan. Di festîvalê de stran, dîlan û çalakiyên hunerî hatin pêşkêşkirin.
Hoşyar Ebdulqadir jî tevlî festîvalê bûbû, got: “Pêwîst e herkes giringiyê bi çand û hunerê xwe bide. Bi taybetî jî bi cilûbergên Kurdî ku bûne sembola neteweyî ya Kurdan li tevahiya cîhanê.”
Endama Komîteya Amadekar a Festîvalê, Buşa Heyder jî derbarê festîvalê de got, “Ev festîvala sêyemîn e em li dar dixin. Armanc nîşandana çand û hunerê berê ji bo nifşê nû ye.”
ROJNEWS/HELEBCE