Festîval nîşaneya yekîtiyê ne

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 24 Mijdar 2021 - 23:24

  • Meryem Dipdere: A rast li Los Angelesê jî zêde Kurd tine ne. Em bi vê festîvalê bêhtir dixwazin filmên Kurdî bi sektora Hollywoodê bidin naskirin. Em her wiha dixwazin li hin eyaletên ku Kurd lê zêde ne jî filman nîşan bidin. Niha em ji bo vê yekê dixebitin.

ARDÎN DÎREN

Meryem Dipdere sînemavaneke Kurd e û bi salan e ji bo festîvalên filmên Kurdî dixebite. Li gel filmçêkerî û dersên sînemayê, ew bi bernameya festîvalan re jî mijûl e. Heta niha bernameya gelek festîvalan saz kiriye û di vî warî de wek bernameçêkereke pispor dixebite. Wê li Londonê li ser polîtîka û hunerên berxwedêr mastera xwe temam kiriye. Her wiha wê heta niha gelek pêşangehên hunerî jî bi rêve birine. Dipdere van çend salên dawiyê li Emerîkayê bi cih bûye û niha li wir Festîvala Filmên Kurdî ya Los Angelesê li dar dixe. Me li ser kar û barê wê pê re sohbet kir.
 
Beriya tu li Emerîkayê bi cih bibî te çi dikir? Elaqeya te bi festîvalên filman re hebû? 

Piştî ji akademiya filman mezûn bûm, destpêkê li televizyonên Holandayê, ji bo bernameyên polîtîk û nîqaşê dixebitîm. Hingê jî li Elmanya û Ingilîstanê Festîvalên Filmên Kurdî dihatin lidarxistin. Ji ber ku ez xwendekar bûm, min nikaribû biçûma wan festîvalan. Me got, madem em nikarin biçin wê gavê em li Holandayê Festîvalên Filmên Kurdî çêkin. Hewldana me ji bo çar bajaran hebû û heta bi cihekî jî me ev kar pêk anî. Piştî hin tecrûbeyan ez li ser festîvalan bêhtir kûr bûm, festîval çawa tên amadekirin û xebata festîvalan bi çi awayî tê birêvebirin. Min serê xwe bi van meseleyan re êşand. Li Amsterdamê di festîvala IDFA’yê de xebitîm, dîsa li Festîvala Filman a Amsterdamê û Cinekid’ê û her wiha li çend festîvalên din jî di beşa hazirkirina bernameya filman de xebitîm. 

Fikra çêkirina festîvalên filmên Kurdî çawa peyda bû bi te re? 

Piştî ez hînî vî karî bûm û di vî warî de bûm xwedî tecrûbeyên baş, min got çima ez vê hêz û zanîna xwe ji bo danasîna gelê xwe û nasnameya wî xerc nekim. Bi vî awayî min Festîvalên Filmên Kurdî li dar xistin. Di heman demê de ez wek akademîsyen bi hunerê berxwedêr re jî mijûl dibûm, ji bilî festîvalan min pêşangehên hunerî jî hazir dikirin. Paşê ez li Londonê bi cih bûm. Min li wir li ser polîtîka û hunerên berxwedêr mastera xwe kir. Li Londonê jî ez di festîvalên filman de xebitîm, dîsa min bernameya filman amade dikir û pêşangeh bi rêve birin. Paşê fersendek din derket pêşiya min û min mal bar kir Los Angelesê û ev çend sal in, ez li vir im. Ez li vir dersên sînemayê didim û di Festîvala Filmên Ewrûpî de dixebitim.

Herî dawî jî îsal bi hevkariya Festîvala Filmên Kurdî ya Global me got, em Festîvala Filmên Kurdî ya Los Angelesê li dar bixin û niha jî em ji bo vê festîvalê geştir bikin, dixebitin.

Ev Festîvala Filmên Kurdî ya Los Angelesê tiştekî çawa ye? Armanca festîvalê çi ye?

Vê fikrê jî li Holandayê dest pê kir. Piştî min berê xwe da filmên Kurdî û li wan temaşe kir, min got divê ez jî tiştekî bikim. Ji bo sînemaya Kurdî bişopînim piştre ez çûm Stenbolê, Dihokê û min festîvalên li wir jî şopandin. A rast li Los Angelesê jî zêde Kurd tine ne. Em bi vê festîvalê bêhtir dixwazin filmên Kurdî bi sektora Hollywoodê bidin nas kirin. Ji ber ku gelek çêker, belavkar û rêvebirên festîvalan rêya wan bi vir dikeve. Em dixwazin bala van kesan bikşînin. Her wiha em dixwazin vê festîvalê firehtir bikin û li hin eyaletên ku Kurd lê zêde ne jî filman nîşan bidin. Niha em ji bo vê yekê dixebitin. Ji ber ku girseyeke me ya baş ya temaşevan tine ye, destpêkê em nîşandana filman pêk tînin. Destpêkê me li Los Angeles, Santa Ana û San Fransico film nîşan dan. Piştî me li van eyaletan film nîşan dan, hin eyaletên din xwestin ku em filman li wir jî nîşan bidin. Nexasim Kurdên Texas û Nashvilleyê ev ji me xwestin. Piştî Los Angeles û San Fransicoyê em ê li van deran jî filmên Kurdî nîşan bidin. Armanca me ew e ku em girseyeke baş a temaşevanan peyda bikin û sînemaya Kurdî bi sektora Hollywoodê bidin naskirin.

Elaqeyeke çawa heye li Emerîkayê? Temaşevanên ne Kurd filmên Kurdî çawa dibînin?

Di 28’ê Mijdarê de li Los Angelesê nîşanda filman heye. Li gorî çavdêriyên min Kurdên li vir ji bo nîşandana filman gelek bi kelecan in. Gelek kes ji bo van nîşandanan piştgiriyê didin min, ji ber vê yekê ez bi hêvî me ji bo siberoja festîvalê. Her wiha temaşevanên Emerîkî jî elaqe nîşan didin. Nexasim piştî şerê Rojava, bêhtir bala wan çûye ser filmên Kurdan. Gelek çêker û belavkarên filman li vir ketine pey çîrok û serhatiyên nû yên resen û di nav lêgerînekê de ne. Çîrokên me yên baş hene û çanda me ya bi hêz bivênevê filmên me bi manetir dike û hin kes nirx didin vê yekê. Sînemavanên ku ez bi wan re dixebitim, gava bihîstin ku em ê filman nîşan bidin, pirr kêfxweş bûn. Li fikra me ya nîşandana filman a li salonên sînemayê xwedî derketin û piştgiriyê didin me.

Tu dikarî hinekî behsa wê yekê bikî ka çawa tu xwe digihînî sînemavanên Kurd? Û tu filman çawa dineqînî?

Ez sînemaya Kurdî ji nêz ve dişopînim jixwe. Di dema festîvalan de min gelek sînemavanên Kurd jî nas kirin. Gava ez ji wan filman dixwazim, bi giştî erênî nêzîk dibin û filmên xwe dişînin. Jixwe, bi wan hevalan re jî yên ku festîvalên filmên Kurdî li dar dixin, ez di nav danûstendinê de me. Îsal 9 festîvalên filmên Kurdî hatin cem hev û me bi hev re festîvala Londonê ya filmên Kurdî bi navê global li dar xist. Vê yekê pirr deng veda. Êdî sînemavan hay ji festîvala Los Angelesê jî hene. Ji Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ji me re film tên. Her wiha gelek sînemavan li ser înternetê bi riya malpera “Filmfreeway” ya ku sînemavanên dinyayê hemû bi kar tînin, dikarin filman ji me re bişînin. Em her meh hewl didin filmên ku ji Kurdistanê û li dîasporayê tên çêkirin, nîşan didin. Em dixwazin çîrok û filmên xwe li eyalet û herêmên Emerîkayê belav bikin.

Wekî din zehmetiyên li pêşiya te çin e? Ji îro pê ve hedefa te çi ye?

Ez naxwazim behsa zehmetiyên festîvalê bikim. Lê ez ê behsa zehmetiyên sînemavanên Kurd bikim. Li gorî min divê em bêhtir li ser vê yekê biaxivin. Hemû derhênerên Kurd bi derfetên piçûk filmên xwe çêdikin û hewldaneke wan ya baş heye ji bo sînemayê. Li gel hemû kêmasiyan jî divê em li hember karên wan rêzê bigirin. Mixabin fonên me tine ne û hunermendên me ji ti deverê piştgiriyê nagirin. Hemû bi derfetên xwe filman çêdikin. Mijarên ku tînin ziman jî mijarên taybet in, gelek ji wan di nav şer û pêvçûnan de filman çêdikin. Ji hêlekê ve şerê hebûnê û ji hêlekê ve jî şerê bi huner re. Li gorî min li gel hemû astengiyan daxwaza çêkirina huner cihê şanaziyê ye ji bo me Kurdan. Ew bi vî awayî ziman, dîrok û serhatiyên xwe diparêzin. Her wiha ji bo em bi hêvî bin û karibin nasnameya xwe biparêzin, karên gelek baş dikin. Elbet ew jî bi van filmên xwe li dîrok û hunerê Kurdan hin tiştan zêde dikin. Lê ew nikarin filmên xwe nîşan bidin. Divê civak bêhtir piştgiriyê bide wan û li karê wan xwedî derkeve. 

Te behsa festîvala filmên Kurdî ya global kir...

Film û festîvalên me nîşaneya yekîtiya gelê Kurd e. Her yek ji me li gorî xwe û li gor herêma lê dimîne, zehmetiyan dibîne. Lê filmên me bi çîrokên xwe yên resen me nêzî hev du dikin û bi saya filman girêdaneke me çêdibe. Yanî bi kurtasî sînemaya me bingeha yekîtiyê jî çêdike û me nêzî hev dike. Ji bo vê yekê jî karên wiha girîng in divê em bişopînin û li festîvalan xwedî derkevin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.