Festîval dê temaşevanan hîpnotîze bike

Nûçeyên Çand/Huner

În 7 Çile 2022 - 22:06

  • Di Festîvala Filman a Goteborg a Navneteweyî de îsal li ser dikê kesekî hîpnozê dike jî wê hebe. 

Di Festîvala Filman a Goteborg a Navneteweyî de îsal li ser dikê kesekî hîpnozê dike jî wê hebe. Festîvala Goteborgê dixwaze bi rêya hîpnozê ruhê temaşevanan û filman nêzî hev bike, ji lewma wê biryareke bi vî rengî daye.

Di festîvala Goteborgê ya filman de temaşevan dê îsal tiştekî ku qet berê nedîtine û neceribandine, bibînin. Festîval ji bo sê galayan kesên ku hipnozê dikin dê bîne û ev kes li ser dikê dê ruhê temaşevanan nêzî babetên filmên ku tên nîşandan bikin. 

Derhênerê hunerî yê festîvala Goteborgê Jonas Holmberg dibêje, “Temaşekirina filman ya li sînemayê tiştekî hîpnotîk, bi sêhr e. Li malê di tabletê de yan jî di televizyonê de mirov nikare zêde di bin bandora filman de bimîne. Sînemaya hîpnotîk a ku em ê biceribînin hem ji bo sînemayê û ruhê wê rêzgirtinek e û hem jî dewama sînemayê bi xwe ye.”

Festîvala Filman a Goteborgê dê di 28’ê Kanûne de dest pê bike û 10 rojan dewam bike.

GOTEBORG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.