Fermandarekî Neteweyî bû

Çarşem 29 Adar 2023 - 00:17

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan qala jiyan û têkoşîna şehîd Fazil Botan kir û wiha got; "Heval Fazil bi giştî sih û çar salan ji bo vê şoreşê nefes da û stend. Ked raber kir, ji van salan, 28 salan bi berdewamî li çiyayên Kurdistanê, di şer de bû. Dervayê şeş-heft mehên li qada Serokatiyê, li gel Serokatiyê mayî, her tim li çiyayên Kurdistanê, li herêma Botanê, li herêma Behdînanê, Soran û li gelek deverên Kurdistanê, ked raber kir. Bi zanebûna xwe, bi tecrûbeya xwe, bi cesareta xwe, bi duristî û paqijiya xwe, xebateke giring meşand. Ew, fermandarekê neteweyî bû. Ji bo her çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya. Li hemberê dewletên dagirker ên li Kurdistanê, li hemberê hemû artêşan, şer kir, şer bi rêve bir. Heman demê, bi şerê li dijî DAIŞ’ê, bû sîperek li hemberê DAIŞ’ê. Bi wî şerî xizmeteke mezin ji bo tevahiya mirovahiyê kir. 

 

Hevrê Fazil ji bo me mînak e

Heval Fazil, fermandarê hêja, egîdê Tevgera Azadiyê, wê tu car ji bîr nebe. Taybetmendiya Hevrê Fazil, ji bo me her kesî, nimûne ye. Li Ewropayê şehîd bû. Ji bo hemû kadroyên Ewropayê jî nimûne ye. Yanî, duristî, paqijî, jidilî, girêdayîbûn; ev pîvanên pir giring in. Fedekarî, cesaret, girêdayîbûn, ev her tim ji bo me nimûne ne. Ev taybetmendiya Apogeriyê di şexsê hevrêyê hêja Fazil de pêk hat, nimûneyeke zindî ye li ber çavên me. Em ê şopdarên wan bin. Girêdayê doza wan bin. Taybetmendiyên wan ên wisa dîrokî, bidin jiyîn. Di bipêşxistina şerê azadiya Kurdistanê, azadiya Rêber Apo de, bibîranînên wan bidin jiyîn. Em ê wisa van egîdan û wisa hevrê Fazil Botan, şehîdên şoreşa Kurdistanê, bikin kesên nemir."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.