Fermandarê fedayiyan şehîd bû

Sêşem 14 Adar 2023 - 01:05

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê fermandarê şehîd Delîl Zagros de agahî dan û got, “Hevrêyê me Delîl Zagros ê ku di sala 2022’an de fermandarê Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê bû, di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû. Di bin fermandariya hevrêyê me Delîl de derbên pêşîn û giran li dagirkeran hate xistin û bi mehan destûr nehate dayîn ku dagirkerî bi pêş ve biçe, bi sedan dagirker hatin cezakirin û du helîkopter hatin xistin, cenazeyên leşkerên Tirk ên dagirker hatin desteserkirin û artêşa Tirk a dagirker ji Girê Amêdiyê reviyabû. Hevrê Delîl her dem li pêş bû, fedakarî dikir, bi cesaret û ruhekî fedayî dimeşiya, di pêvajoya berxwedanê de jî roleke dîrokî dît. Hevrê Delîl dema ku hewl dida li Herêmên Parastinê yên Medyayê derbê li dijmin bixe, di bomberdûmanê de bi giranî birîndar bû lê piştre şehîd bû. Hevrê Delîl fermandariya bi sedan fedaiyan kir û divê eşîra Alan û hemû gelê Kurdistanê bi wî serbilind be. Hevrê Delîl wekî nimûneyeke fedaîtî û şoreşgeriyê û yek ji fermandarê sembol ê Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş navê xwe di dîroka me ya têkoşînê de nivîsandiye.

Hevrêyê me Delîl Zagros ê ku ji biçûkatiya xwe rastiya şehîdên PKK'ê nas kir, li navçeya Şaxê ya Wanê di malbateke welatparêz a ji eşîra Alan de ji dayik bû. Ji zarokatiya xwe ve PKK nas dikir, di sala 2013'an de li Wanê tevlî nava refên gerîla bû, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Ji bo hîn bêhtir tevlîbûna xwe zêde bike, meşa şoreşê di asta fedaî de bidomîne û gerîlatiyeke serketinê pêk bîne, tevlî Hêzên Taybet bû. Di nav Hêzên Taybet de yek ji fermandarên me yên şehîd Şervan Varto, Bawer Hakkarî û Xelîl Jêhat perwerde stend û xwe da ser rêya fedaîtiyê. Di sala 2022’an de fermandarê Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê bû. Di vê pêvajoyê de di bin fermandariya hevrêyê me Delîl de derbên pêşîn û giran li dagirkeran hate xistin û bi mehan destûr nehate dayîn ku dagirkerî bi pêş ve biçe, bi sedan dagirker hatin cezakirin û du helîkopter hatin xistin, cenazeyên leşkerên Tirk ên dagirker hatin desteserkirin û rastiya artêşa Tirk a dagirker derketibû holê û artêşa Tirk a dagirker ji Girê Amêdiyê reviyabû. Hevrê Delîl ji ber ku dizanibû şer ne bi tenê di dema şer de, li ser esasê amadekariyên beriya şer tê qezenckirin, di warê amadekirina tunelên şer û çeperan de û ji bo ku tîmên gerok li qadê bi cih bibin, kedeke mezin da. Hevrê Delîl fermandariya bi sedan fedaiyan kir û divê eşîreta Alan û hemû gelê Kurdistanê bi wî serbilind be. Hevrê Delîl wekî nimûneyeke fedaîtî û şoreşgeriyê û yek ji fermandarê sembol ê Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş navê xwe di dîroka me ya têkoşînê de nivîsandiye. Li ser vî esasî em sersaxiyê ji malbata wî ya şoreşger, eşîra Alan a welatparêz û ji gelê Kurdistanê re dixwazin.”

Nasnameya hevalê me Delîl Zagros wiha ye;

Delîl Zagros (Cercîs Çaksû), li Wanê jidayîk bûye, 25’ê Tîrmeha 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.