Fermandar şehîd bû

Çarşem 10 Tebax 2022 - 22:12

  • Desteya Karê Hundir a Cizîrê da zanîn ku ji fermandarên PJAK´ê Yûsif Mehmûd Rebanî di êrişa dagirkeran a li dijî taxa Sinaî ya Qamişloyê de birîndar bûbû û tevî helldanan hemûyan jî li nexweşxaneyê şehîd bûye. 

Desteya Karên Hundir a Herêma Cizîrê ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a bi balafira bêmirov a bi sîleh de endamê Fermandariya PJAK'ê Yûsif Mehmûd Rebanî şehîd bûye. Desteyê bang li xelkê kir da ku tevlî nav şerê gel ê şoreşgerî bibe. QSD`ê jî da zanîn ku 4 şervanên Erka Xweparastinê doh di êrişa balafireke bêmirov û bi sîleh a artêşa Tirk a dagirker de li Qamişloyê şehîd bûne û nasnameya wan eşkere kir.

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê, têkidarî êrişên vê dawiyê yên dewleta Tirk a dagirker li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li avahiya desteyê ya li bajarê Qamişloyê civîna çapemeniyê li dar xist.

Hevserokên Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat û Hemrîn Elî daxuyanî dan.

Wan got, "Di çarçoveya şerê ragihandî û êrişên sîstematîk yên rejîma Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, dewleta Tirk dxiwaze aramî û ewlehiya herêmê têk bibe, tirs û xofê di nav gelê me de belav bike, aştiya navxweyî hedef bigire û herêmê vala bike û xelkê wê bide koçberkirin.”

Desteyê bal bire ser bêdengiya hêzên garantor jî û got, “Hêzên navneteweyî yên garantor ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vê yekê baş dizanin, lê heta niha helwêsteke berpirsyar li hember binpêkirinên berbiçav û mezin ên dewleta Tirk a dagirker nîşan nedane.”

Bîlançoyeke dijwar a du rojan

Desteyê li ser encamên êrişên du rojan jî agahî dan û got, “Êrîşek doh (pêr) li ser rêya Hîzamê ya bakurê bajarê Qamişlo pêk hat û di encamê de 4 şehîd û hejmarek birîndar çêbûn. Her wiha bombekirina taxa Sîna ya bajarê Qamişlo di demên dawîn de, ku di encama bombebarana balafirên bêmirov ên biçek de gelek birîndar û şehîdên sivîl di wê êrişa hovane de çêbûn. Ev şehîd Şemdîn Şemdîn, Mezlûm Esad û herdû zarokên bi navê Ehmed Şêbî û Aheng Şêbî bûn.

Fermandarê PJAK´ê şehîd bû 

Di nav birîndaran de yên ku rakirine nexweşxaneyan endamê fermandariya Partiya Jiyana Azad a Kurdisanê (PJAK) birêz Yûsif Mehmûd Rebanî hebû; tevî hewldanan hemûyan jî ew şehîd bû. Yûsif Mehmûd Rebanî bi serdanekê hatibû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da ku bi gel re bicive û destketiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji nêz ve bibîne, her wiha li ser nêzîkkirina nihêrîna giştî ya gelê Kurdistanê li çar parçeyên wê dixebitî.

Ji ber vê windahiya nîştimanî ya gelê me yê berxwedêr, em sersaxiyê ji malbata şehîd û tevahiya gelên Kurdistanê re nexasim ji gelên Rojhilatê Kurdistanê re dixwazin.”

Qedexeya firrînê ferz bikin

Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê ev êriş weke derexlaqî bi nav kirin û şermezar kirin. Wê bang li gel kir û got, “Bi ruhê berxwedanê û şerê gel ê şoreşgerî tevbigerin, di heman demê de li dor hêzên xwe yên leşkerî û rêveberiya xwe ya xweser kom bibin û li hemberî rêbazên şerê taybet hemûyan ên ku dijmin bi armanca têkbirina vîna gelê wan bi kar tîne, hişyar bin.

Desteya Hundirîn, dewletên garantorên agirbestê û bi taybet Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî terorê berpirsên vî şerî dibîne. Em baş zanin ku dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya pêkanîna berjewendiyên xwe yên taybet de sûcan li dijî gelê me pêk tîne. Lewma em bang li rêxistinên navneteweyî yên peywendîdar ên weke NY`yê û Konseya Ewlehiyê ya NY`yê û rêxistinên mafên mirovan dikin da ku li hemberî gel û hêzên me ku ji dêvla cîhanê li dijî DAIŞ`ê şer kirin, bi erka xwe rabin û qedexeya firrînê li herêmê ferz bikin."

 

QSD´ê nas nameya 4 şehîdan eşkere kir

QSD`ê jî bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şervanên Erka Xweparastinê yên ku pêr di êrişa balafireke bêmirov û biçek a artêşa Tirk a dagirker de li bajarê Qamişloyê şehîd bûbûn eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya QSD´ê doh got, “Dewleta Tirk a dagirker navendeke Hêzên Erka Xweparastinê ya ku parastina nexweşxaneyên bajarê Qamişlo dike, hedef girt. Di encamê de 4 şervanên wan dema ku li ser karê xwe bûn, şehîd bûn û 3´yên din jî birîndar bûn.

Em sersaxiyê ji malbatên her çar şehîdan û malbatên şehîdan hemûyan û gelê xwe re dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Em soza hilanîna tola şehîdan didin.”

Nasnameyên her çar şehîdan weke li jêr e:

* Dilsoz Tirbespiyê (Hêvîn Osman), keça Meysa û Yasir, sala 2004´an li Qamişloyê hatiye dinê, 9`ê Tebaxa 2022`yan li Qamişloyê şehîd bû.

* Elî El Mislit, kurê Fida û Casim, sala 1966´an li El-Alê hatiye dinê, 9`ê Tebaxa 2022`yan li Qamişloyê şehîd bû.

* Mihyedîn Îbrahîm, kurê Şems Xan û Qehreman, sala 1991´ê li Qamişloyê hatiye dinê, 9`ê Tebaxa 2022`yan li Qamişloyê şehîd bû.

* Mahir El Ezbeh, kurê Sureya û Ebas, sala 2004´an li Til Mişhenê hatiye dinê, 9`ê Tebaxa 2022`yan li Qamişloyê şehîd bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.