Fermandar Ronahî şehîd bû

În 3 Adar 2023 - 00:54

HPG´ê doh da zanîn ku di şerê 22 û 23´yê Çile yê li Bestayê de Fermandar Ronahî Penaber jî şehîd bûye.

HPG´ê got, “Di daxuyaniya 5'ê Sibata 2023'an de me agahî dabû ku 6 hevrêyên me di 22 û 23'ê Çileyê 2023’yan de li herêma Besta ya Botanê, di şerê li dijî dijmin de şehîd bûne. Me agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me Rojbîn, Delîla, Sila, Nûda û Dîrok parve kiribûn û me diyar kiribû ku agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya din, wê bi raya giştî re bêne parvekirin. Hevrêya me ya şeşemîn a ku şehîd bû, fermandara me ya fedaî Ronahî Penaber e."

HPG´ê ji bo şehîd Ronahî Penaber got,  “Hevrêya me Ronahî li nava eşîra Mamxurî ji malbateke welatparêz ji dayik bû. Ew sala 2009'an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Ronahî li qadên Xinêrê, Avaşîn, Cîlo, Garê û Metîna gelek peywir bi cih anîn, xwedî tecrûbeyeke mezin e. Hevrêya me Ronahî li Akademiya Jina Azad a Şehîd Berîtan perwerde bû.  

Hevrêya me Ronahî ku kîn û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin bi ser ket û hestên xwe veguherandin zemînê têkoşînê. Hevrêya me Ronahî li Botanê li gelek qadan ma. Wê li vir weke fermandara pêşeng a YJA Starê pratîkên serketî pêk anîn. Hevrê Ronahî tevlî gelek çalakiyên xurt bû û di van çalakiyan de derbên giran li dijmin hatin xistin. Hevrêya me Ronahî di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de li ser xeta şehîdan bû û ji bo pêkanîna pêdiviyên vê xetê têdikoşiya. Ew bi çalakiya xwe bû şervana tolhildana şehîdên me.

Hevrêya me Ronahî di 22’ê Çileyê 2023’yan de li herêma Besta di encama şer de şehîd bû û mîraseke mezin a berxwedanê li pey xwe hişt. Em hevrêyên wê soz didin ku em ê mîrateya berxwedanê ya şehîdên xwe bi taybetî ya hevrê Ronahî mezin bikin û jiyana di xeyalên wan de pêk bînin.

Em ji malbata welatparêz ya hevrê Ronahî û ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.