HPG’ê gerîla Hasan Sûbaşi (Eyup Dîgor) bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Bi fedakarî, kedkarî û moralê xwe yê bilind, bi dilsoziya xwe ya bi şehîdan, gel û nirxên partiyê re ew ê ji bo me hevrêyên wî timî bibe mînak.” 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê gerîla Hasan Sûbaş (Eyup Dîgor) bi bîr anî, yê ku 3’ê Îlona 2018’an şehîd bûbû.

HPG’ê got, “Em hevrêyê xwe Eyup bi rêzdarî bi bîr tînin ku 3’ê Îlona 2018’an di bombardûmana dewleta Tirk de şehîd bûbû.”
HPG’ê got, gerîla Eyup Dîgor sala 1974’an li Dîgorê ji dayik bûye û wiha behsa wî kir: “Hevrêyê me Eyup di navbera salên 1996-2000’î de bi rengekî çalak tevlî karên ERNK’ê (Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê) bû. Bi wêrekî û biryardariyeke mezin ev kar kir û dema li metropolên Tirkiyeyê bû li dijî dijmin sekneke şoreşgerî ya şareza nîşan da û dîwarên mêtingeriyê qul kir. Bi taybetî di dema komploya navneteweyî de ya li dijî Rêber Apo hate kirin, weke yek ji pêşengên serhildanên dîrokî yên gelê Kurd bi rola xwe rabû. 

Piştî ku derfet nema li metropolan karê şoreşgerî bimeşîne, berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û sala 2001’ê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Eyup ku şoreşgerekî profesyonel bû, zû bi çiyê re bû yek û bû gerîlayekî şareza. Piştî ku li Qendîl, Zap, Xakurkê û Behdînanê ma û bi berpirsyarî rabû, weke fermandarekî çû qada Zagrosê. 3’ê Îlona 2018’an di bombardûmanê de şehîd bû.

Em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêyê me Eyup û tevahiya xelkê me yê Dîgorê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Ji bo bîranîna hevrêyê me Eyup, em soz didin ku têkoşîna hilanîna tola şehîdan bi ser bixînin.”

HPG’ê nasnameya şehîdî wiha eşkere kir:

- Eyup Dîgor (Hasan Sûbaşi) ê li Dîgorê ji dayik bûye, kurê Nesîme û Îbrahîm, 3’yê Îlona 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN