Fermandar Cemal şehîdê Newrozê ye

În 31 Adar 2023 - 00:32

HPG’e fermandar Cemal Andok (Cîhan Nazlier) bi rêzdarî bi bîr anî û got “Ew bûye şehîdê Newrozê ya ku ji bo gelê me sembola vejîn û azadiyê ye.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayê şehîd ev agahî da; “Hevrêyê me Cemal ê ku li Amedê li bajarê serhildanê ji dayik bû, her kêliya jiyana xwe ji bo siberoja azad a gelê me feda kir. Ew yek ji fermandarên me yên pêşeng bû û ji bo şehîdên me û partiya me bû milîtanekî hêja. Hevrêyê me Fermandar Cemal ku kedeke mezin daye, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Bakurê Kurdistanê li dijî dagirkeran xaka pîroz a Kurdistanê parastiye. Şehadeta hevrêyê me Cemal ê ku ewladekî wêrek ê gelê me ye û fermandarekî me yê pêşeng e, ji bo me fermana serfiraziyê ye. Mîrateya têkoşînê ya şehîdên nemir wê teqez bi serfiraziyê were tacîdarkirin.

Navçeya Licê ya ku partiya me PKK'ê lê hatiye avakirin, ji roja avabûna partiya me heta niha xwedî li vê doza azadiyê ya gelê me derdikeve û vê têkoşîna pîroz didomine. Gelê me yê Licê yê ku bi sedan zarokên xwe yên leheng tevlî vê têkoşînê kiriye û bi sedan şehîd dane, bûye xwediyê helwesteke ku hemû gelê me, dikare wê ji xwe re mînak bigre. 

Hevrê Cemal di nav malbat û derdoreke welatparêz de hat dinê. Di sala 2004’an de tevlî nav refên gerîlayan bû. Hevrê Cemal ku bi cesaret, zîrekiya taktîkî, kedkarî, kesayetiya fedakar, bi qîmeta ku dida hevrêyên xwe û bi helwesta xwe ya fermandariya serkeftî ya di xeta serketinê de, bûye yek ji fermandarên mînak ên serdema nû. Hevrê Cemal di Newroza sala 2019’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû û ew bûye şehîdê Newrozê ya ku ji bo gelê me sembola vejîn û azadiyê ye. Di serî de malbata hêja ya şehîd, em sersaxiyê ji tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameya hevrêyê me Cemal Andok wiha ye;

Cemal Andok (Cîhan Nazlier), li Amedê jidayîk bûye, 21’ê Adara 2019’an li Heftanîn şehîd bû.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.