• Fermandarê giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî doh bi şandeyeke DYE û NY'yê re civiya.

Fermandarê giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî doh bi şandeyeke DYE û NY'yê re civiya. Her du aliyan bûyerên têkildarî têkoşîna li dijî terorê û girîngiya ewlehiya herêmê nîqaş kir.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD), şandeya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ku tê de cihgirê Wezîrê Karên Derve yê DYE´yê Ethan Goldrich, cihgira Wezîrê Karên Derve yê kar û barên Iraqê Jennifer Gavito, gerînendeya Dosyaya Sûriyê û Iraqê ya Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Zahra Bell û nûnerê Wezareta Karên Derve ya DYE’yê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Matthew Pearl hebûn. Şande bi Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mezlûm Ebdî re rûnişt.

Di civînê de şandeya DYE’yê, dewamkirina hevkariyê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya DYE’yê de destnîşan kir. Her wiha nihêrînên xwe yên der barê bûyerên dawîn ên têkildarî têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de, bi taybetî piştî bûyerên girtîgeha Sînaa ya li Hesekê, parve kirin.

Şandeyê xebat û fedakariyên QSD'ê silav kirin ji ber ku hewl dide girtîgehê ji nû ve kontrol bike û nehêle DAIŞ careke din pîlana xwe ya terorîst pêk bîne.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera fermî ya Navenda QSD'ê, her du aliyan destnîşan kir ku DAIŞ hîna li ser herêmê bi giştî tehlûke ye. Her wiha rêbazên xurtkirina hevkariyê di gelek waran de nîqaş kirin û pêwîstiya bipêşxistina geşepêdanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca sepandina ewlehiyê li herêmê destnîşan kirin.

Navendê diyar kir ku şandeya DYE’yê pêwîstiya dewamkirina diyalogê di navbera aliyên Kurd ên li Sûriyê de teqez kiriye. 

Kîmyabaran bi bîr anî

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî şehîdên kîmyabarana Helebceyê bi bîr anî. Mazlum Ebdî di ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal nivîsî: “Di salvegera 34’an a komkujiya Helebceyê de ku li dijî gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê pêk hat, em tevahiya wan şehîdan bi bîr tînin ku di encama siyaseta qirkirina Kurdan de ji canê xwe bûne. Ji bo cîhaneke baştir, divê hemû netewe û nasname, ji zilm, dagirkerî û komkujiyan bên parastin.”

 

NAVEDA NÛÇEYAN