Fermandar Bargiran hat bibîranîn

Çarşem 24 Tebax 2022 - 22:18

  • Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) fermandar Bargiran Erkendî (Hasan Guner) hate bibîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) fermandar Bargiran Erkendî (Hasan Guner) hate bibîranîn.

Li Wargeha Mexmûrê fermandar Bargiran Erkendî (Hasan Guner) yê ku di  20’ê Tebaxa 2020’an de li Heftanin di êrîşên  dewleta faşist a Tirk de bi qehremanî şer kiribû û şehîd bûbû. Fermandar Bargiran bi merasîmekê li Saziya Malbatên Şehîdan a li wargeha Mexmûrê hate bibîranîn.

Bibîranînê bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Tevgera Azadiyê dest pê kir. Piştre, Endama Komîteya Saziya Malbatên Şehîdan Sarya Kaya axivî.

Kaya destpêkê, tevahiya Şehîdên Tevgera Azadiyê bi bîr anî û got: “Heval Bargiran di encama êrişên dewleta faşist a Tirk de li Heftenînê bi qehremanî şer kir û gihişt şehadetê. Têkçûna dijmin hemû ji keda van Şehîdan û van pêşenga ye.”

Piştî axaftinê sinevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Bargiran hatibû amedekirin, hat nîşandan.

ROJNEWS / MEXMUR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.