Ferman bi planên nû dewam dike

Nûçeyên Forum

Duşem 19 Tebax 2024 - 00:41

MÛNZÛR GOŞKAR

Fermana 73’yan ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser gelê Êzidî hate meşandin tevî êşên dijwar, bû sedema koçberiyeke mezin jî. Civaka Êzidî di dema fermanê de ji neçarî bi awayekî girseyî ji Şengalê koç kir û ev piştî fermanê jî ber bi Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê, Tirkiye û Ewrûpayê dewam kir. 

Yên piştî fermanê koçî Rojava bûn pirranî li Wargeha Newroz’ê hatin bicihkirin. Li Wargeha Newroz’ê birînên gel hatin pêçan û gelê Şengalê xwe bi rêxistin kir. Ji bo vegere cih û warê yê pîroz û li wir ji nû ve dest bi jiyanê bike xwe perwerde kir. Piştî ku Şengal di encama têkoşîna şervanên Kurd de ji destê DAIŞ’ê hate rizgarkirin xetereya li ser gel rabû û pirranî vegeriyan warê xwe yê qedîm.  

Êzidiyên ku koçî Bakurê Kurdistanê bûbûn jî ji aliye gelê Kurd ve bi dilgermî hatin pêşwazîkirin û li wargehan hatin bi cîhkirin. Tevî gel, hemû sazî û partiyên siyasî yên Kurd bi her awayî eleqadar bûn û xwestin birînên wan bicebirînin. Dewleta Tirk ji bo wargehan ti alîkarî neda, lê bi lîstokên qirêj kete dewrê. Bi taybet jî saziya îstîxbaratê ya MÎT a dewleta Tirk, ji bo di nav Êzidiyên de sîxûrtiyê pêş bixe kete nav hewldanan. 

Li Başûr jî gelê Êzidî li wargehên di bin serweriya PDK de hatin bicîhkirin. Lê bele PDK ya ku ji ber parastina xelkê Êzidî nekir bû sedema komkujiyê, li van wargehan jî şerekî taybet a dijwar meşand. Bi destê istixbarata PDK Parastin û MÎT’ê li vir jî xebatên sixûrtiyê pêşxistin û xwestin planên xwe bixin meriyetê. Nexasim ji bo li derdora tevgera azadî ku wan ji êrîşên DAIŞ’ê rizgar kir kom nebin propagandaya reşkirinê hat meşandin. Her weha weke dîlên şer nêzî Êzidiyên li wargehan bûn. Bi taybet jî pêdiviyên jiyanê û mijara aborî li hemberî wan weke gefekê hate bikaranîn. Ji bo careke din venegerin Şengalê PDK xwest vê siyasetê bi hevkariya dewleta Tirk û welatên Ewrûpa, bi taybet jî Elmanyayê pêk bîne. Weke parçeyek ji vê planê jî xelkê Şengalê û bi taybet jî jinên ku ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin bi hevkariya PDK û dewleta Tirk di bin navê “çareserkina pirsgirêkên wan ê derûnî” de şandin Elmanyayê. Jin û zarokên Êzidî ku ji aliye DAIŞ’ê ve hatine revandin bi hevkariya dewleta Tirk birin bajarên Tirkiye û li ser malperên înternetê firotin. Li Efrîna dagirkirî li gundên Êzidiyan ji bo çeteyên DAIŞ’ê ku di fermanê de cih girtine malên nû ava kirin, lê rewşa şer û xaniyên werankirî yên Şengalê û pirsgirêkên ku dijîn ji nedîtî ve hatin. Li Başûr bi dehan caran di bin navê qezayê de konên gel hatin şewitandin. Ji aliyê din keçên ciwan û jinên Êzidî rastî nêzîkatiyên bê rûmet a pêşmergeyên PDK hatin û bi destdirêjiyê re rû bi rû man. 

Ya rastîn, kiryarên PDK yên li wargehên Başûr jî weke dewama fermanê bû. Bi van polîtîkayan her ku diçe hîn zêde eşkere dibe ku êrîşên di 2014’an de bi destê DAIŞ’ê li hemberî Êzidiyan hatin meşandin bi plan û perspektifa dewleta Tirk pêk hatiye. Ji pêvajoya fermanê heta îro piştgirî û hevkariya dewleta Tirk ya bi DAIŞ’ê re bi her awayî vê nîşan dide. Dijminahî û hemû kiryarên dewleta Tirk yê li dijî gelê Êzidî jî encama vê ye. Lê PDK jî li pêş çavê hemû cihanê hevkariya vê fermanê kir û gelê Êzîdî bê parastin hişt. Ji roja destpêkê ve rola xwe ya di vê fermanê de jê re diyarkirin bi cih anî û di roja me ya îro de bi planên nû ku dane pêşiya PDK, ev xiyanet dewam dike. Lê em nikarin dijminahiya PDK ya li hemberî gelê me yê Êzidî tenê bi berjewendiyên sîyasî pênase bikin. Hişmendiya PDK ya olperest jî dijminahiya Êzidîtiyê dike.

Ev bi mehan e di ragihandinê de tê diyarkirin ku dewleta Tirk bi sedan çeteyên DAIŞ’ê şandiye Başûr û hêjmara van her roj zêde dibe. Di rewşeke weha de PDK li Başûr, herêmên Dûhok û Zaxo ku wargehên Êzidî lê dijîn radestî dewlata Tirk kirin. Ev bi her awayî nîşan dide ku ji bo qirkirin û fermaneke nû dîsa bi hevkariya PDK amadekarî tê kirin. Ji bo êrîşan dewleta Tirk û hevkarê wê DAIŞ’ê  bi her awayî piştgirî tê dayîn. Bê guman ev ne tenê ji bo Êzidiyan, ji bo gelê Başûr jî xetereyeke mezin e. Lê gefên li dijî Êzidiyan, reşkirina çand û baweriya Êzidiyan, bi feraseta Îslama desthilatdar bi ser gelê Êzîdî de çûyîn jî tê wateya banga fermaneke nû. Bi destê qaşo Mele, alimên olî, kesayet, sazî û dezgeyên olî pêşxistina vê dijminahiya li dijî gelê Êzidî, tê wateya amadekirina zemînê fermanan. Hevpaymana ku di 9’ê Cotmehê de li dijî Şengalê hatibû çekirin hîna jî di meriyetê de ye. Bi van gef û êrîşên dijwar ku bi deste dewleta Tirk û PDK rû didin dixwazin vê hevpeymanê bi her awayî berfireh bikin. 

Tevgera Azadiyê li Şengalê bi birdoziya Rêber Apo rastiya gelekî xwedî hêz û irade avakir û pêşxist. Di aliyê civakî, çandî û leşkerî de pêşketinên ku mirov pê serbilind dibin derketin pêş. Rastîya gelê Êzidî ya xwe rêxistinkiriye û bûye xwedî îrade dikarê vê parçebûna ku di nava civakê de bi destê neyaran hatiye çêkirin, belavbûna ku tê ferzkirin ji holê rake. Divê têkoşîna xwe ewqas xurt bikin ku êdî di nava civaka Êzidî de ti hêz nikaribe parçbûnê çêbike. Bi taybet dewleta Tirk, Iraq û PDK beyî iradeya gelên Êzidî êdî nekaribin li Şengalê desthilatdariya xwe ferz bikin. PDK, devleta Tirk û rêveberiya Iraq’ê bi rêya hin derdorên ku li hemberî qewmê xwe di nava xiyanetê de ne dixwazin rêveberiyekî bêyî îradeya gelê Êzidî derxin pêş. Ji bo vî jî pêwistî heye ku gelê Êzidî li her derê ku lê ye li dijî van êrîşan bisekine, ji bo siberoja Êzidiyan, ji bo îrade, xweserî, mafê çand û bawerîya Êzidîtiyê di nava têkoşînê de bin. 

    

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.