Felsefeya Ziman

Nûçeyên Forum

În 24 Sibat 2023 - 04:04

MÎRZA RONÎ

 

Berî ku ez xwe berdim nav mijara felsefeya zimanî, di sêrî de ji bo rasthatina roja zimanê dayikê; ez vê rojê li dayikên Kurd û tevahiya dildarên zimanê Kurdî pîroz dikim.

Bi hêviya ku di demeke nêz de zimanê Kurdî li her warî bigihîje azadiya xwe, dest bi nivîsandina vê mijarê dikim. 

Mijara ziman, xasma mijareke wekî felsefeya ziman, bi serê xwe mijareke girîng e û ji gelek hêlan ve xwedî pîvanên sereke ye. Di nav civakê de ziman mijarek e, lê di nav ramanên felsefeyê de ziman pirrhêl e. Di warê zanista zimanî de jî sînorên zimanan, kêm zêde, hatine diyarkirin. Lê belê di mijara felsefeya ziman de ziman wekî xwe namîne û wekî xwe xuya nake! Ango ziman ji dîtin û zanîna xwe zêdetir e. 

Di nav mirovan de pênaseya ziman bi çend nihêrînan tê gotin. Wekî ku tê gotin; ziman amûreke axaftinê ye, mirov pê bi hev re ji bo pêdiviyên jiyanê diaxivin. Dîsa wekî vê nihêrînê, nihêrîneke din jî dibêje; ziman xwedî deng, peyv û ferheng e, bi rista hevokan wate tên avakirin û mirov bi hev re bi van hevokan diaxivin. Belê ev nihêrîn rast in û çend nihêrînên din jî hene wekî wan, rast ziman pênase dikin. Bes, ev nihêrîn ji bo felsefeya ziman kêm in û giyanê ziman zelal nakin! 

Ji ber ku ziman giyanekî xwezayî ye! Û ev giyanê xwezayî, bi her awayî zarokê xwezayê bi xwe ye. Deng bi deng, dengên ku ji qirika me derdikevin û em wekî ziman bi nav dikin, ji malzaroka xwezayê welidîne. Ango ev dengên ku îro mirovahî bi wan diaxive, tev ji nav dengên xwezayê bi demê re berhev bûne û îro bûne ziman. Helbet ne roja me ya îro, lê belê beriya bi hezaran salan mirovên ku êdî bi ramanên xwe jiyan avakirine, bi demê re zimanê wan, dengên qirika wan di werarê re derbas bûne û ziman bi pêş ketiye. 

Di vir de ji ber ku ziman giyanê xwe ji xwezayê wergirtiye û bi demê re wekî giyanekî mirovan ava bûye, îro bûye nasnama mirovan bi xwe. Lê ya ku li ser ziman tê zanîn ji ber ku kêm dimîne, ziman bi felsefeya xwe najîn û ziman sêwî dimînin. Heke mêtinkariya li ser zimanan nebûye û her ziman paqij bijiya, dê zimanê her qewmî bibûya sedem ku civakên zane û paqij bi pêş bikevin. Lê mixabin bo ku êriş û mêtinkarî li ser gelek zimanan heye, gelek ziman nikarin bi azadî bijîn û nikarin felsefeya xwe ava bikin. 

Em Kurd jî bi qedrê ziman bnizanin û felsefeya zimanê Kurdî nehatiye avakirin. Di gelek mijarên wêje û axaftinê de zimanê me dewlemend û hêja ye, lê belê ji bo civakê zimanê Kurdî xwedî felsefeyeke çawa ye, zêde nayê zanîn û bi felsefeya zimanê Kurdî jiyan nayê bipêşxistin. Civakeke ku bi felsefeya zimanê xwe bijî, bi felsefeya zimanê xwe jiyanê ava bikê, di her warî de dibe xwedî hêz û ramaneke xurt. Di devê gelek mirovên Kurd de zimanê wî belawela hatiye avakirin û ji felsefeyê û zanîna ziman dûr, zimanek tê bikaranîn. Dema mirov li axaftinên rojane guhdarî dike, mirov rehetiyekê dibîne ku ziman ji ramanê qutbûyî tê bikaranîn. Ango di zimanê rojane de ramaneke zimanê Kurdî nîne û pirraniya kesan ji ber ku diaxivin û haya wan ji ramanên felsefeya zimanê wan nîne! 

Ziman xwedî felsefeyeke herikbar û guherbar e. Min qala wê yekê kir ku ziman giyanê xwe ji dayika xwe xwezayê girtiye, bo vê çendê çawa ku xweza ranaweste û her diguhere, ziman jî wekî maka xwe her bi armanca herikîn û guherînê bi pêş ve diçe. Wekî ku tê zanîn, ji werara zimanê yekemîn heta dema îro, gelek peyv û gelek ziman di nav giyanê xwezayê de mirine û hatine jibîrkirin. Û bi vê rastiya zimanan, îro jî tê zanîn û îro jî peyvên zimanan dimirin û peyvên nû li zimanan zêde dibin. 

Wekî her zimanî; zimanê Kurdî jî gelek peyv winda kirine û dê bi demê re gelek peyvên din jî winda bike. Lê her peyveke winda dibe, bi xwe re peyveke nû jî li ferhenga ziman zêde dike. 

Mînak peyva televîzyon peyveke nû ye ku di demên dawî de li zimanê me zêde bûye. Bi teknolojiyê re gelek peyvên hilberîna îndustriyel li zimanê me Kurdî zêde bûne û beramberî van guhertinên îndustriyel û teknolojîk, gelek peyvên Kurdî winda jî bûne û dibin.  

Mînak wekî peyva ‘adûde’ (navê amûra ku kerengan ji nav axê derdixe, amûrek e ku ji hêsin hatiye çêkirin) gelek peyvên ku îro di nav zimanê folkora kurdî de mane û nayên bikaranîn dê di demeke nêz de ji nav axaftinê derkevin û werin jibîrkirin! 

Lê heke her qewm zimanê xwe di nav pergala xwe de kedî bike û bide jiyîn, ziman dê xwe li gorî rengê qewmê xwe bigire û bi qewmê xwe re di nava werarekê de biherike. Ji bo ku ev felsefeya ziman were avakirin jî hewce ye ji zimanî re felsefeyeke serbixwe hebe û bi wê felsefeya ziman jiyanek ji bo ziman were avakirin. Belê çawa ku em mirov dibêjin, em xwedî vîn û jiyan in. Ziman bi xwe jî di nav giyanê xwe de xwedî vîn û jiyan e. 

Heke em Kurd bikarin vîn û jiyana zimanê xwe ava bikin û bi her kêliyê, jiyana xwe û jiyana zimanê xwe bi hev re bidin jiyîn, wê demê jiyaneke pak û azad ji bo me wê ava bibe û em ê bi xwe bijîn. Lê mixabin û sed mixabin, niha jiyana me li hêlekê û jiyana zimanê me li hêleke din dijîn û haya her du jiyanan ji hev nîne! Heta niha, gelek qewman xwe bi jiyana zimanê xwe ve girêda û bi jiyana zimanê xwe jiyanek ava kirin û pê dijîn. Lê belê me Kurdan, jiyaneke xwe bi xwe bi zimanê xwe re hêj ava nekiriye û ev jiyan hê jî li benda avabûnê ye. 

Ji bo ku ev jiyana xwe bi xwe ‘xwebûnî’ were avakirin, berî her tiştî hewce ye em ne bi çavekî ji rêzê li zimanî binihêrin. Ziman tenê ne ziman e! Gelek zanyaran serê xwe ji bo ziman êşandiye û îşaret bi girîngiya ziman kiriye. Di nav demên dawî de bi pêşketina felsefeya quantumê re gelek zanînên rizî hatin paqijkirin û nihêrînên nûjen li felsefeya jiyanê zêde bûne. Yek ji van felsefeyan jî felsefeya ziman e û li gorî felsefeya quantumê ziman deryayek e. Lê kesên ku bixwazin xwe noqî deryayê bikin, hewce ye baş bi avjeniyê bizanin. 

Baş e hêjayên ezîz, deryaya zimanê Kurdî li benda me ye. Felsefeya quantûmê tûpekî oksîjenê didê me da ku em xwe di derya zimanê xwe de noq bikin. Kî heye ku avjeniyê di deryaya zimanê Kurdî de bike bi felsefeya zimanê Kurdî?

 

 

 

    

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.