Fatima Îsa; dengekî efsûnî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 15 Çile 2024 - 02:25

  • Fatima Îsa dengbêjeke Kurd bû ku bi saya Radyoya Êrîvanê dengê wê li hemû Kurdistanê hate bihîstin. Nexasim jî strana wê ya bi navê “De Miho” pirr hat hezkirin û hîna jî xelk bi kêfxweşî li strana guhdar dike û Fatma Îsa bi vî awayî bibîrtîne.

Dengbêja navdar Fatima (Fatma) Îsa sala 1934’an li gundê Erezegin ê Azerbaycanê hate dinê û ji eşîra Brûkiyan e. Piştî ji dayik dibe bi 3 salan, malbata wê jî koçber dibe û li gundê Hamzalî yê Êrîvana Ermenistanê bi cih dibe. Malbata wê piştî hilweşîna Sovyeta kevn ji aliyê Ermeniyan ve û tevî 50 hezar Kurdan tên sirgûnkirin. Fatima Îsa tevî malbata xwe li herêma Krasnadar a Rûsyayê bi cih dibe ku wê demê gelek Kurd li wir bi cih bûbûn. 

Axir em li zaroktiya wê vegerin, ka ji ber sedemên aborî bûye yan ji ber zextên malbat û civakê bûye, nayê zanîn, lê Fatima ciwan ti wextî neşandine mektebê. Hêj 14 salî tê zewicandin. Jiyana wê li zozanên Êrîvanê derbas dibe.   

Di sala 1972’yan de, ji bo ku jineke dengbêj li radyoya Êrîvanê bixebite, endamên radyoyê zend û bendan badidin, li kesekê digerin. Ji ber vê çendê jî endamên radyoyê gund bi gund digeriyan û guh didan dengê jinên Kurd ên dengbêj. Xebatkarên radyoya Êrîvanê ên têkiliyê gelan û çandên wan ên Sovyetê (SSSR) tên gundê Fatima Îsa û dixwazin dengê wê jî bibihîsin. Bêguman bi bihîstina dengê Fatima Îsa re hema bibêje matmayî man û ketin ber batê sêhra wê. Qeyda dengê Fatima Îsa tê girtin û strana ku wê gotibû, strana “Lo lo Miho” bû ku piştre di radyoya Êrîvanê de hat weşandin û yek ji wan stranan bû ku xelkê herî zêde dixwest lê guhdarî bike. 

Li Radyoya Êrîvanê

Jinên ku wî wextî di radyoyê de stranan dibêjin, bi pirranî Êzîdî ne. Weke Sûsika Simo û Zadîna Şekir. Lê berpirsyarên radyoyê dixwazin jinên ne Êzîdî jî di radyoyê de cih bigirin û bi vî awayî li gundên Kurdan digerin da ku dengên nû kifş bikin û qeyd bikin. Fatima Îsa wan rojan wiha bi bîr tîne: “Jinên ku wê demê di Radyoya Êrîvanê de stran digotin Kurdên Êzîdî bûn. Lê, ji bo ku dengê jinên Kurdên Sunî jî werin naskirin xebatek dan despêkirin. Ji ber vê yekê hatin gundê me jî. Birayê min ji xebatkarên radyoyê re pêşniyar kiribû da ku li min jî guhdarî bikin. Min çend stranên klasîk gotin. Rojên paşê wan ez birim redaksiyona radyoyê.”

‘Lo lo Miho’ li seranserê welat belav dibe

Di studyoyên Radyoya Êrîvanê de tenê 5 klamên Fatima Îsa tên qeydkirin. Yanî yên ku tên zanîn ev pênc klam in; “Lo lo Miho”, “Here dînê”, “Şêro dîno lewendo”, “Lo lo gede” û “Emer Axa”. Nexasim jî “Lo lo Miho” di nav guhdarên Radyoya Erîvanê de û paşê jî di nav xelkê Kurdistanê hemûyî de gelekî deng vedide û xelk jê hez dike. Strana “Lo lo Miho” behsa evîna di navbera Miho û Têliya Rihanê de dike. Fatima Îsa jî evînê bi devê Têliya Rihanê tîne ser ziman. Tê gotin ku ev her du evîndar di sala 1910’an de li herêma Makû ya Rojhilata Kurdistanê jiyane. 

Gava mirov behsa Fatima Îsa bike nabe ku keda Egîdê Cimo, mîrê bilûrê ji bîr bike. Ji lewma melodiyên wî, stranên Fatima Îsa bi ruh û can kirine û hiştine ku ew melodî zû bi zû neyên jibîrkirin. 

Stranên mayî li Awusturyayê ne

Nivîskar û helbestvanê Kurd Tosinê Reşîd, derbarê qeydên Fatima Îsa de agahiyên bi vî rengî parve dike: “Di arşîva me da dora 20 stranên Fatima Îsa hebûn. Ez û Nûra Cewarî bi taybet ji bo tomarkirina stranên Fatima Îsa çûne gundê wan. Wê ji me re 20 stran gotin. Gava em çûne Awusturyayê me nekarî erşîvê bi xwe re bibin, dema em vegeriyan ji wê erşîvê kêm tişt mabûn. Yên mayî jî niha li Awusturyayê ne û Nûra Cewarî li ser wan kar dike...”

Fatima Îsa di 15’yê Çileya 2010’an de li sirguniyê yanî li bajarê Krasnadarê wefat kir. Fatma Îsa bi kilam, cilûbergên xwe yên Kurdî û her wiha dengê xwe yê xweş her zindî ye di nav Kurdan de.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.