• Arkeologên Îtalî û Kurd pêr dan zanîn ku wan li Iraqê mehserên şerabê yên 2 hezar û 700 salî yên Asûriyan dîtine. 

Arkeologên Îtalî û Kurd pêr dan zanîn ku wan li Iraqê mehserên şerabê yên 2 hezar û 700 salî yên Asûriyan dîtine. Ekîpeke ji arkeologên Îtalî û yên Kurd ên ji Rêveberiya Şûnwaran a Dihokê, ew tesbît kirin. Ekîpê her wiha gelek rolyef jî li ser dîwarên kanaleke kevnar a avê dîtin.  

Ev agahî û berhem li du mekanan hatin dîtin. Yek ji wan ji serdema desthilata Sargonê Duyê (721-705 beriya mîladê) e û yê din jî ji ser dema desthilata kurê wî, Sênnaşêrîb maye.

Paytexta Sargonê Duyê li Deşta Nînovayê nêzî Mûsila îro bû. Nêzî devera Xinis, arkeologan bermahiyên mehsereke bi qasî fabrîkayekê mezin a şerabê dît. Ew ji serdema Sênnaşêrîb (704-681 beriya mîladê) ye. Daniele Morandi Bonacossi, hevrêveberê îtalî yê ekîpa lêkoleran e. Ew dibêje, ”Me 14 dezgehên ji bo hesirandina tirî dîtin, ji bo çêkirina avatirî û paşê ji wê çêkirina şerabê.” 

Li cihê bi navê Fayda jî arkeologan kanaleke avdaniyê dît ku 9 kîlometroyan dirêj e. Bonacossi dibêje, ”Duwanzdeh rolyefên abîdeyî me dîtin.” Her yek ji van rolyefan pênc metroyan fereh û du metroyan bilind e. Ew jî yan ji serdema Sargonê Duyê yan jî kurê wî Sênnaşêrîb mane.

Bonacossi dibêje, her lewhe ”melikê Asûrî nîşan dide gava ku ew li ber xwedayan dua dike.” 7 heft xwedayên herî muhim ên Asûrê jî weke peyker hatine çêkirin, li ser pişta hin heywanên pîroz in.  

DIHOK