Fabrîke û erebe şewitîn

În 23 Cotmeh 2020 - 16:59

  • Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîda li Îmraliyê û zora li zindanan çalakî li dar xist. Li gorî daxuyaniya însiyatîfê, 17'ê Cotmehê li Çayirova ya Kocaeliyê, febrîqeyeke hilberîna plastîk a karsazekî AKP-MHP'ê hate şewitandin.

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîda li Îmraliyê û zora li zindanan çalakî li dar xist. Li gorî daxuyaniya însiyatîfê, 17'ê Cotmehê li Çayirova ya Kocaeliyê, febrîqeyeke hilberîna plastîk a karsazekî AKP-MHP'ê hate şewitandin.
19'ê Cotmehê li Tûzla ya Stenbolê, febrîqeya hilberînê ya fîrmaya Ulker a endamekî AKP'î hate şewitandin. Her wiha 3 wesayitên li febrîqeyê jî hatin şewitandin.
20'ê Cotmehê li Zeytînbûrnû ya Stenbolê 2 wesayitên navenda nijadperestan û firoşkarên narkotîkê bi teqemeniyê hatin îmhakirin.
21'ê Cotmehê li Başakşehîr a Stenbolê, 4 wesayitên faşîstên MHP'î ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.
22'ê Cotmehê li Çerkezkoy a Tekîrdagê, febrîqeyeke qumaş û 2 wesayitên febrîqeyê hatin şewitandin"
Yekîneyên Parastina Sivîlan YPS'ê di çarçoveya 'Pêngava tolhildanê' de li navçeya Kagithane ya Stenbolê 14ʼê Cotmehê çalakî li dar xist; otoparkek, 3 wesayit û qemyonek şewitandin.
13'ê Cotmehê jî li navçeya Kagithane 3 taksî û qemyonek hatin şewtiandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.