• Malbata Şenyaşar a di roja 306’an de Nobeta xwe ya Edaletê didomîne. Malbatê doh diyar kir ku tekoşîna wan ji bo edaleta Tirkiyeyê ezmûneke dîrokî ye.

Malbata Şenyaşar a di roja 306’an de Nobeta xwe ya Edaletê didomîne. Malbatê doh diyar kir ku tekoşîna wan ji bo edaleta Tirkiyeyê ezmûneke dîrokî ye. Malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê nobeta xwe dewam dike. 

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal hesabên Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB), Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul û Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê etîket kir û ev peyam parve kir: “Ya kesên qels li dijî kesên bihêz, feqiran li dijî dewlemendan diparêze edalet e. Ji ber dozgerên tirsonek ku nikarin ji kesên bihêz hesabê bipirsin hene, hêsirên dayikan ên dirijin ser terazûya edaletê didomin. Ev têkoşîn ji bo edaleta Tirkiyeyê ezmûneke dîrokî ye.” 

MA/RIHA