• Filma dawî ya derhênerê Kurd, Şewket Emîn Korkî a bi navê “Ezmûn” (The Exam) li Emerîkayê xelateke nû wergirt. 

Filma dawî ya derhênerê Kurd, Şewket Emîn Korkî a bi navê “Ezmûn” (The Exam) li Emerîkayê xelateke nû wergirt. 

Filma Ezmûn di Festîvala Filman a Santa Barbara ya Navneteweyî de ya ku cara 37’an e tê lidarxistin, xelata “Baştirîn filma navnteweyî” wergirt. 

Şewket Emîn Korkî ev film, sala 2021’an çêkiribû û film li gelek festîvalên cîhanê hatibû nîşandan. Hîna jî pêvajoya festîvalê ya filma Ezmûn dewam dike. 

NAVENDA NÛÇEYAN