Ezman li dagirkeran teng kirin

În 28 Gulan 2021 - 05:54

Gerîlayên HPG/YJA Starê ji esman û bejahiyê ve bi domdarî li artêşa Tirk a dagirker didin. HPG’ê ragihand ku di çalakiyên 25-27’ê Gulanê de, bi qasî hate zelalkirin 5 dagirker hatine kuştin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê ya Tirk daxuyaniyek da û agahî parve kirin.
HPG’ê ev agahî parve kirin: “Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal: 26’ê Gulanê li dijî dagirkerên li Girê Zendûra ya herêma Metîna çalakiyek kirin. Çalakî serketî pêk hat û li hedefê hat dayîn. 27’ê Gulanê li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Serda yê herêma Avaşînê ji esmanan ve çalakiyek hate kirin. Ev çalakî jî serketî pêk hat û bombe li hedefê ketin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de; 26’ê Gulanê dema ku helîkopteran dixwestin leşkeran deynin stra Dola Maran a herêma Avaşîn hêzên me bi çekên giran li helîkopterên dan. Li ser mudaxeleya hêzên me helîkopter neçar man vekişin. 27’ê Gulanê hêzên me bi çekên giran li Girê Karaqolê ya girêdayî herêma Zapê çalakiyek kirin. Piştî vê çalakiyê dagirkeran dever bombe kirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de; 25’ê Gulanê li Girê Koordîne ya qada Bektorya ya Heftanînê li dijî dagirkeran du çalakî hatine kirin. Di çalakiya pêşîn de kozika ku 3 dagirker tê de bûn, bû hedef. Li vê derê 3 dagirker hatine cezakirin û kozik hatiye îmhakirin. Di çalakiya duyemîn de jî kamelyaya ku 2 dagirker tê de bûn bûye hedef û 2 dagirkerên tê de hatine cezakirin. Kamelya hatiye îmhakirin û radareke li vir derb xwariye.

Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopter û balefirên şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Metîna, Avaşîn û Zap bombardûman kir.’’

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.