- Rêxistinên mafê mirovan: Ji ber ku hesabpirsîn nîne û bêcezahiştin dewam dike, welê xuya dike ku rayedarên Herêma Kurdistanê li Iraqê wê binpêkirina mafê rojnamevanan bi dawî nekin, û ev jî tehlûkeyek e ji bo berferehkirin û zêdekirina binpêkirinan di paşerojê de.
Ji ber zextên li dijî rojnamevanan li Başûrê Kurdistanê, gelek saziyên mafê mirovan ên cîhanê bang li rayedarên Başûr kir da ku "êdî azadiya ragihandinê binpê neke, qedexeyên li dijî karê rojnamevanan betal bike, kampanyaya dozvekirin û girtina rojnamevanan ji ber ku karê xwe dikin bi dawî bike û lêpirsîneke cidî bide destpêkirin di bûyera kuştina rojnamevanî de yê ku Tebaxa 2020'an xwepêşandanên gel di şopandin [Huner Resûl] û berpirsan dadgeh bike".
Di daxuyaniyê de saziyên îmzeker dibêjin, rayedarên Başûr qanûnên neteweyî û navneteweyî yên ji bo parastina rojnamevanan binpê dikin û fikarên xwe li ser meseleyê îfade kirin. Wan bi bîr xist ku 15'ê Sibata 2021'ê rojnamevan Şêrwan Şêrwanî, Guhdar Zêbarî û Eyaz Kerem li dadgeha ceza ya Hewlêrê xuya kirine, bi "xirakirina ewlekariya neteweyî" hatine sûcdsarkirin û rojekê paşê jî 6 sal cezayê hepsê bi sûcên çêkirî li wan hatine birrîn.
Wan got, rojnamevan ji ber ku nûçeyên xwepêşandanên gel digirtin, hatine girtin û Kanûna par herî kêm 5 rojnamevan ji ber vê sedemê hatine girtin û NRT TV jî ji ber heman sedemê hatiye girtin.
Sazî dibêjin, rayedarên Başûr ti rêzê ji qanûnên Iraqê re, qanûnên parlamena xwe ya herêmî û qanûnên navneteweyî re jî nagirin di meseleya mafê ragihandinê û ewlekariya rojnamevanan de.
Rewş bi tehlûketir dibe
Di dawiyê de ew dibêjin, "Ji ber ku hesabpirsîn nîne û bêcezahiştin dewam dike, welê xuya dike ku rayedarên Herêma Kurdistanê li Iraqê wê binpêkirina mafê rojnamevanan bi dawî nekin, û ev jî tehlûkeyek e ji bo berferehkirin û zêdekirina binpêkirinan di paşerojê de. Ji bo pêşîgirtina li vê qewmîna bi tehlûke, çalakî divê ji bo parastina azadiya rojnamevaniyê li vê herêmê."
Rêxistinên îmzeker ev in: Çavdêriya Mafê Mirovan a Euro-Medîterranî, Koma Mafan a MENA, Komeleya Piştgiriya Azadiya Ragihandiê ya Iraqê, HuMENA ji bo Mafê Mirovan û Angajmana Sivîl, SAM ji bo Maf û Azadiyan, Navenda Belgekirina Sûcên Dema Şer a Iraqê, AFD International, Human Rights Solidarity, Akademiya Navneteweyî ya ji bo Maf û Geşedanê - Parîs, Înstîtûya Navneteweyî ji bo Maf û Geşedanê – Genevre (IRD–Geneva).
NAVENDA NÛÇEYAN