- Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Êzîdxanê û bêdengiya raya giştî ya cîhanê û Iraqê hat şermezarkirin.
Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Êzîdxanê û bêdengiya raya giştî ya cîhanê û Iraqê ya li hember êrişên ser Êzidiyan bû sedema nerazîbûna civaka Êzidî. Bi vê mebestê sazî û rêxistinên Êzidiyan ên li Komelgeha Borik a bi ser Şengalê bi daxuyaniyekê êrişên Tirkiyeyê û bêdengiya raya giştî ya Iraqê û navnetewî şermezar kirin û banga nîşandana helwestê li Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin.
Rûniştvanên komelgeha Borikê, nûnerên sazî û rêxistinan, li ber Meclîsa gel a Borikê kom bûn û daxuyaniya çapemeniyê dan. Daxuyanî ji aliyê endamê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) Elî Îbrahîm ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk û hevkarên wan ên li ser Êzîdxanê hatin şermezar kirin û gotin, “Êrîş tînin ser gelê me û hêzên me yên YBŞ’ê. Em weke gelê Borikê van êrîşan û bêdengiya hikûmeta Iraqê şermezar dikin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Iraq di mijara fermana ser Şengalê û revandina jinên Şengalê de bêdenge û hat gotin, “Em bang li NY dikin pêşî li van êrîşan bigire û bi bêdengiya xwe nebe sedema qetilkirina zarokên me.”
Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Lîza Elî jî piştî daxuyaniyê axivî û da zanîn ku ew ê li dijî êrîşan li ber xwe bidin û ti carî serî ji kesî re netewînin.
ROJNEWS/ŞENGAL