Êzîdxan; bîra Êzdatiyê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 19 Çile 2024 - 03:45

  • Wênegir Husamettîn Bahçe bi berhema xwe ya wêne-pirtûk “Êzîdxan”ê bi pey serpêhatiyên Êzîdiyan ketiye. Wî di nava 11 salan de qederê 10 hezar wêne girtine û niha ev wêne-pirtûka wî bi xebateke hevpar hatiye çapkirin. Ji bilî wêneyan ev pirtûk weke belgeyeke dîrokî ye di darbarê jiyan û çanda Êzidiyan de.

RACÎ ABÎ / MA / AMED

Wêne-Pirtûka ‘Êzîdxanê’ ya wenegirê bergeyê Husamettîn Bahçe ji weşanên J&J’yê derket. Bahçe, destnîşan kir wî bi daxwaza ku pêşdarazên li dijî baweriya Êzîdiyan kêm bike û jiyana Êzîdiyan ya olî û civakî bi wêneyan raxe li ber çavan ev berhem hazir kiriye.

Êzîdî bi qasî ku em pê dizanin 73 ferman li wan hatine rakirin û baweriya xwe heya roja me ya îro parastine. Li gel komkujiyên ku bi serê wan de anîne, ji bo ku baweriya xwe biparêzin berdelên giran dane, rastî polîtîkayên bişaftin, cihêkariyê hatine, sirgûn bûne, tecawiz li wan hatiye kirin, hatine kuştin, weke koleyan hatine firotin. Ev pêvajo di nava geşedanên dîroka mirovahiyê de weke rûpelên reş tên hesibandin. Êzîdiyên li Anatoliya Navîn û Başûrê Kurdistanê ji ber van fermanên qirkirinê koçî Şengalê, yên li Serhedê jî koçî Gurcistan û Ermenîstanê kirine. Ji ber vê yekê ye ku pirtûka baweriya Êzîdiyan a “Mishefa Reş” bi gotina “Bextê Reş” re tê bikaranîn. Herî dawî DAIŞ’ê li pêşberî çavê hemû cîhanê li gorî hin çavkaniyan 5 hezar Êzîdî qetil kirin, tevî jin û zarok 6 hezar Êzîdî revandin û 400 hezar Êzîdî jî ji bêgavî koçber bûn. Ev yek jî weke fermana 74’an di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt.  

Wênegirê Bergeyan Husamettîn Bahçe bi daxwaza pêşdarêzên baweriya Êzîdiyan ji holê rake ji sala 2005’an heya 2016’yan li Êzîdxanê (cihê ku Êzîdî lê dijîn) geriya, ji nêz ve şahidiya jiyana civakî û olî kir. Bahçe di nava 11 salan de bi makîneya film a wêneyan nêzî 10 hezar wêne girtin û derbarê jiyan û baweriya Êzîdiyan de agahî kom kir, lêkola. Di navbera vê xebatê de êrişa DAIŞ’ê ya wekî fermana 74’an tê penasekirin hate serê êzdiyan. Bahçe bi wêneyên beriya êrişê û piştî êrişê girtine, rastiya civaka Êzîdiyan û bandora van fermanan bi wêne û çîrokên wêneyan radixe ber çavan.  

Di nav 11 salan de 10 hezar wêne

Bahçe di nava 11 salan de nêzî 10 hezar wêneyên bi makîneya film ji Şengal, Zaxo, Laleş, Xeterê, Şêxan, Serhêçka Tilxiş, Koçer, Zomanî, Şêx Mend, Tilizer, Verdê, Kolika, Xankê, Şarîya, Kebertû, Bozo, Başîk, Bahzan, Qampa Bajed Kendal, Qampa Xankê, Qampa Çemişko, Qampa Şarîya girtine. Bahçe, piştî girtina wêneyan wan yek bi yek hildibijêre, di odeya tarî de wan dişo. Ji van, 65 wêneyan ji bo pirtûkê hildibijêre. Wêneyên hatine hilbijartin li Amed, Stenbol, Şengal û gelek herêman di pêşengehan de hatin nîşandan. Bahçe, di xebata xwe de tevî jiyana olî derbarê jiyana civakî de jî gelek agahî kom kirin û bi ev wêne jî belge kir.  

Bîrek di derbarê Êzdî û Êzdayetiyê de

Wêne-Pirtûka “Êzîdxanê” derbarê baweriya Êzdayetiyê û jiyana civakî ya Êzîdiyan de agahiyên bi zimanê Kurdî, Tirkî û Elmanî vedihewîne. Di serî de bi navê “Destpêk” û “Nameya ji bo xwendevan” du nivîsên Bahçe ên derbarê baweriya Êzîdiyan cih digire. Bi navê “Dîwana wêneyan û depeke modern” nivîsa civaknas û avakarê Weqfa Çanda Êzdayetî” Azad Bariş cih digire. Herî dawî bi nivîsa xwe ya bi navê “Êzîdxan” Endama Hîndekariyê ya Zanîngeha Freie ya Berlînê, Khanna Omarkhali balê dibe ser serboriya Êzîdiyan. Bêguman tu pirtûk nikarin ji hemû pirs û gumanan re bibin bersiv lê xuyaye ku ev berhem dê derbarê pêşdarazên li dijî baweriya Êzdayetiyê, heya astekê ji holê rake. Bahçe bi vê xebata xwe derbarê Êzîdî û Êzdatiyê bîrek çêkiriye.

Helbet dê rojekê vegerin

Di Wêne-Pirtûkê de derbarê bawerî û bawermendên êzdayetiyê de agahiyên girîng jî hene. Her wiha Êzîdî dema ku duayan dikin ewilî ji bo 72 neteweyên cîhanê, piştre ji bo xwe alîkariyê dixwazin. Lê mixabin civaka Êzîdî ji ber qeyran û şerên li ser axa wan, ji gund û warên xwe bêpar mane û belavî welatên cuda yên cîhanê bûne. Ji ber baweriya dê rojekê helbet vegerin li ser warê xwe Êzîdî hêj jî miriyên xwe li gundên xwe yên hatine valakirin vedişêrin. Wekî gotina Êzîdiyan ‘bi hêviya xwedê’.  

Xebateke hevpar e

Wêne-pirtûka ku hatiye çapkirin di encama xebateke kolektîf hatiye amadekirin. Ji amadekirina çapê ya pirtûkê bigire heya hilbijartina wêneyan, ji mazûvaniya şêniyên herêmê heya fînansekirina çapkirina pirtûkê herî kêm keda 50 kesan, Anadolû Kultur, Navenda Hûnerê ya Amedê, Kollektîfa NarPhotos û di dema destê HDP’ê de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştgirî da xebatê û berhem bi piştgiriya Ercan Elma, Hikmet Tolan û Îsmaîl Geyîk hatiye çapkirin.   

Danasîn û gotûbêj

Gotubêja derbarê wêne-pirtûka “Êzîdxanê” dê  27’ê çileyê saet 17.00’an li eywana pêşengeha Komeleya Hunera Wêneyî ya Amedê (DÎFAK) ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê were lidarxistin. Wênegir Bahçe derbarê amadehî, girtina wêneyan û çapkirina berhema xwe û ser mijara baweriya êzdayetiyê de dê çavdêrî û serboriyên xwe parve bike.

Husamettîn Bahçe kî ye?

Husamettîn Bahçe sala 1974’an li Amedê hate dinê û di sala 1998’an de dest bi wênegiriyê kir. Bahçe bêhtir di hêla wênegiriya dokumenteriyê de, ser mijarên binpêkirina mafên mirovan, hişyariya jîngehê, nasname û kêmneteweyan xebatên xwe didomîne. Heya niha xebatên dokumenteriyê yên, Koçer (2003), Êzdî (2006), Asûriyên Tûrabdîn (2008), Dayikên Aştiyê (2010),Êzîdxan (2016), Çîroka Du Çeman (2015-18), Hewreman (2018-22) amade kirine. Wêneyên ku girtine li gelek navendan li pêşengehan hatin nîşandan, di kovarên wek Magma û Panaroma û Zaker de hatin weşandin. Xebatên wî bi navê Mazxana (Derbarê jiyana rojane ya taxên Amedê) sala 2011’an, Hewreman (Derbarê jiyana rojane ya kurdên goran ên li Herêma Hewremanê dijîn) sala 2022’yan  bi rengê wêne-pirtûk hatin çapkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.