Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok got, pêwîst e PDK nekeve xefika dijmin û ji bo yekîtiya neteweyî, divê bi erk û mîsyona xwe rabe. Her wiha destnîşan kir ka çawa civaka Êzîdî li hemberî DAIŞ`ê li ber xwe da, wê li hemberî van êrişan jî li ber xwe bide. 

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok tevlî bernameya taybet a li Stêrk TV bû û bûyerên li Kurdistan û Rojhilata Navîn nirxand û behsa êrişên li dijî Şengalê jî kir. Sabrî Ok Seîd Hesen bi bîr anî û got, "Seîd Hesen yekî hêja bû ku bi malbata xwe, bi eşîra xwe ji dil û can tevlî vê têkoşînê bûbû. Dema ku diçû hevdîtina bi Kazimî re şehîd kirin. Heger tiliya hikûmeta Iraqê di vê êrişê de tine be, diviyabû têkildarî vê yekê daxuyaniyek bida, peyama şermezarkirinê bida û sersaxî ji civaka Êzîdî re bixwesta.

Ji kêliya ku êriş pêk hat û pê ve rayedarên PDK'ê gotin, nexweşxane navenda PKK'ê ye. Ev yek derew e! We çima ji xwe re kiriye kar ku daxuyaniyeke wiha bidin? Ev rewş xizmetê ji çi re dike? Dewleta Tirk ne xwediyê xaka Iraqê ye. Çawa dixwaze bi wî rengî bombeyan dibarîne. Komkujî û qirkirin li Êzîdiyan bû, berdêlên giran dan, têkoşîneke mezin meşandin. Xaka xwe neterikandin. Bi vî rengî li ber xwe dan. Dewletên Yekîtiya Ewrûpayê qirkirina xelkê Êzîdî nas dikin, lê belê li pêşberî êrişên dewleta Tirk bêdeng in. Xelkê Êzîdî li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê li ber xwe da, wê li hemberî van êrişan jî li ber xwe bide. Wê ti carî paş ve gavê neavêje.

Bila PDK´ê nekeve xefka dijmin

Sabrî Ok nerazîbûn nîşanî helwêstên PDK'ê da ku ji êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê û Başûrê Kurdistanê PKK'ê berpirsyar nîşan dide û dibêje, "Şaşîtiyeke gelekî mezin e ku PKK'ê ji her tiştî berpirsyar dibîne. Divê rayedarên PDK'ê dev ji vî zimanê sûcdarkirinê berdin. Pêwîst e PDK nekeve xefika dijmin. Ji bo yekîtiya neteweyî divê bi erk û mîsyona xwe rabe. Derfetên vê yekê niha hene. Gelê Kurd jî mîna gelên din ên cîhanê divê bi nasname û statu bi rengekî azad bijî. Em hêvîdar in ku PDK wê li gorî vê yekê tevbigere. Pêwîst e li pêşiya gelê Kurd nebe asteng. Jin, ciwan, nivîskar û rewşenbîrên Kurd nerazîbûneke mezin nîşanî dagirkeriyê dan. PDK li şûna ku bibe asteng, divê wan teşwîq bike."