Êzidî ji Rêber Apo bawer in
Pêncşem 17 Tîrmeh 2025 - 03:45
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hesen, di derbarê berxwedana civaka Êzidî û paşeroja Şengalê, her wiha rojevên ku herêm tê re derbas dibe, axivî. Riham Hesen bi taybet jî derbarê banga Aştî û Civaka Demokratîk û peyama Rêber Ocalan a ronesansa Êzidiyan de fikir û hestên civaka Êzidî û gelê Şengalê anî ser ziman. Rîham Hesen anî ziman ku peyama dawî ya Rêber APO moraleke mezin daye civaka Êzidî û got:“Raman û hişmendiya Rêber APO, wek berê, hê jî zindî ne û ji me dixwaze ku em rêxistinbûna xwe mezin bikin. Civaka Êzidî nameya Rêbertî bi eleqeyeke mezin pêşwazî kiriye û li her derê nîqaş û şîrove li ser tên kirin. Ev yek nîşan dide ku peyama Rêbertî di nav civakê de deng vedaye û ji bo pêşerojê rê nîşan dide.” Riham Hesen rewşa civaka Êzidî ya heyî weke rewşa ‘hebûn û nebûnê’ binavkir û got:“Divê civak tiştên ku heta niha fêm kirine kûrtir fêm bike, da ku careke din rastî ferman û qetlîaman neyê. Ev daxuyanî girîngiya hişyarbûn û xwe rêxistinkirinê ji bo pêşeroja hebûna Êzidiyan destnîşan dike.” Di derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî Rîham Hesen anî ziman ku PKK’ê, ya ku di dema fermanê de hat hawara Êzidiyan, niha di qonaxên nû re derbas dibe û got:“Çekên ku em pê hatin parastin, niha ji bo pêkanîna aştiyê tên îmhakirin. Ji ber ku baweriya me bi her gavekê ku Rêber APO bavêje heye, em jî wate didin vê yekê. Di nava Êzidiyan de jî, em ji her kesekî û civakên din bêtir aştîxwazin û li dijî şer in.”
Riham Hesen her wiha behsa peyama Ronesansa Êzidiyan a Rêber APO jî kir û got:“Rêbertî ronesansa Êzidiyan weke bersiva 73 fermanan bi nav kiriye. Ji bo pêkanîna vê ronesansê, barekî giran dikeve ser milê Şengalê, ji ber ku Şengal navenda Êzidiyan e. Em ê jî li ser vê esasê têkoşîna xwe mezin bikin û ji bo ji nû ve vejîna Êzidiyan emê têbikoşin.”
ROJNEWS/ÎBRAHÎM ÊZIDÎ