Ezda çîroka berxwedanê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 23 Kanûn 2020 - 02:48

Rengîn Kardelen kitêba xwe ya duyê, Ezda jî derxist. Rengîn Kardelen ji bo kitêba  xwe dibêje, “Çîrok û serpêhatî jixweveqetîn û lixwevegera civakekê ne ku hêj jî didome. Ev çîrok romaneke vejînê ya civakî ye ku di jiyana keçeke biçûk de hatiye honandin.”

Rengîn Kardelenberiya vê kitêba bi navê “Xaşxaş” nivîsîbû. Romana Ezda bi çavê jineke dilsoz qala çîrokeke berxwedanê dike. Dem û qonaxeke berxwedana Amedê û Sûrê ye ev çîrok.

Rengîn Kardelen li ser sedemên nivîsandin vê romanê dibêje, “Hinan bi têkoşînê navê xwe li rûpelên dîrokê yê zêrîn dan nivîsandin. Her kes wan nas dike. Lê hinek ji wan tevî dilsoziya xwe ya pak û berxwedana xwe ya bêemsal, navên wan nehat bihîstin. Romana Ezda ji bo bibîranînê wan kesan derbixe holê, hatiye nivîsandin. Min qeflek çîrokên jibîrbûyî ji cihê ku tê de veşartîbûn derxistin û anî ber ronahiyê.”

Rengîn Kardelen dibêje, romana Ezda çîrokeke berxwedanê ye û wê wiha terîf dike:  “Mezintirîn gencîneya mirovî, bawerî û xwedîderketina li berxwedana azadiyê ye ku ev bi salan e di gelek bager û bablîsokan re derbas dibe. Ezda pênaseya jiyanê, zahmetiyên bindestiyê, qolinc û êşên zordestiyê bi atmosfera demê, dibêje. Başî û xerabî, dilsozî û xiyanet, dilovanî û bêrehmî, xweşbînî û bawerhişkî ji gelek aliyan ve çîroka bajarekî, gelekî li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê têdikoşe di camekana dikaneke biçûk ya pirtûkfiroşiyê re hatiye sêwîrandin. Ew bajar ez im. Ezda ez im. Ezda bîranînên qewîn dijwar in ku dema ez sere xwe datînim ser balîfa raketine hiş û binhişê min hêsîr dike û min li zarokatiya min digerîne.”

Ew meraq dike ka kesên romanê bixwînin wê li çi bifikirin, ka wê romanê biecibînin yan na.  

Rengîn Kardelen li bajarê Amedê, li Sûrê hatiye dinê. Wê di salên 90’î de li rojnameya Ozgur Gundemê de karê çapemeniyê kiriye. Wê hingê ji gelek kovarên çandî re nivîsî. Niha jî endama PENKURD´ê ye û di komîteya Belçîkayê de cih digire. 

JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.