Roza Amara li Swêdê ji dayik bûye. Malbata wê ji Mêrdînê koç kiriye. Li Swêdê bû, çû zanîngehê, li gelek welatên Ewrûpayê geriya, lê belê biryara vegera welêt da û tevlî nava refê gerîla bû. Niha li Kurdistanê li nava refên têkoşînê ye.
Roza Amara wiha behsa tevlîbûyîna xwe dike: "Malbata min ji ber zextên dijmin salên 90’î koçî Swêdê kir. Ez li wê derê hatim dinê û mezin bûm. Dema ku ez li wê derê bûm, her tim min xwe biyanî didît, ti carî qebûl nekir. Her tim min hîs dikir ku hin tişt kêm maye. Min nedikarî weke xwe bijîm. Her tim bi cil û berg, çand, zimanên welatekî din mezinbûyîn di kesayetiya min de dibû sedema nakokiyan. Dema ku ez çûm zanîngehê ji min xwestin ku hin tiştan biguherim. Min xwest herî kêm ez çanda xwe ji nêz ve nas bikim û bijîm. Tu welatên derve ku ez lê geriyam ji min re nebû bersiv."
Gerîla Roza Amara der barê kirinên pergala rejîma Îranê yên li ser jinê jî dibêje: "Dema ku ez di nava sîstemê de bûm, yek ji dewleta ku min lêkolin kir Îran bû. Zextên rejîma Îranê yên li ser jinê pir giran in. Çawa dibe ku hê jî jin tê recimkirin. Em di sedsala çendemîn de ne, lê hê jî li ser jinê ev pêkanîn çêdibin û rewa tê dîtin. Pêwîst e ku jinên Rojhilatê Kurdistanê ji çirûska Tevgera Azadiyê bandor bibin û ji bo ku nirxên jin ên windabûyî dîsa were zindîkirin, tevlî nava tevgera Apoyî bibin.
ANF/ŞAHO