Berxwedana Malbata Şenyaşar dewam dike. Doh ku roja berxwedana wan a 31’ê bû, endamên TÎHV'ê çûn serdana malbatê û piştgirî danê. 

Çalakiya nobetê ya malbata Şenyaşar a bi daxwaza 'Edaletê' ya li ber Edliya Rihayê di roja 32’yan de ye. Şandeyek tevî nûnerê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Amedê Mûrat Aba, doh bi armanca piştevaniyê, çû serdana malbatê.

Jixwe ev 3 sal in ez najîm

Emîne Şenyaşar got, 37 sal û 9 meh cezayê hepsê li kurê wê Fadil Şenyaşar hatiye birrîn û wiha peyivî: "Ez dixwazim wî serbest berdin. Em li vê derê ji bo edaletê rûdinin. Lê tim mudaxeleyî me dikin. Ez nikarim li malê rûnim. Heya ku edalet neyê bicihanîn, salekê jî dewam bike, ez ê dîsa li vê derê rûnim. Jixwe, ev 3 sal in ez najîm. Ew min bikujin jî, ez ê  li vê derê bim. Kesên em qetil kirin, bigirin."
Ferît Şenyaşar jî da zanîn ku biryara qedexeya lidarxistina çalakiyan a walîtiyê, tenê ji bo wan e û got, "Me daxwazname da dozger. Em li benda encamê ne. Têkoşîna me dewam dike. Em rastî hemû mûameleyên xirab tên. Bûyer bi hev ve girêdayî ye. Bersûc heman kes in, lê dosye kirine du dosye."

'Em amade ne, piştriya we bikin'

Pisporê Xizmeta Civakî yê TÎHV’ê Mûstafa Altitop ê di şandeyê de jî, qala armanca serdana xwe kir û got, "Ji bo piştevaniyê em hatine vê derê. Em hêvî dikin ku ev bêhiqûqî bi dawî bibe. Di vê pêvajoyê de, tişta ji destê me bê em ê bikin. Em amade ne, piştriya we bikin."

RIHA