Mamoste û çalakvanê civaka sivîl Bedel Berwarî ev 67 roj in ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin. Bedel Berwarî bang li hemû sazî û rêxistinan kir da ku ji bo azadiya wî kar bikin.
Mamoste û çalakvanê civaka sivîl Bedel Berwanî li Dihokê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatiye girtin. Di zindanê de tenê destûra carekê hevdîtinê û carekê jî destûra peyivîna bi telefonê dane wî.
Kurê Bedel Berwarî, Arî Berwarî li ser rewşa dawî ya bavê xwe got; “Bavê min ji min re got, xema min nexwin, ez li ser mafê xwe û xelkê hatime girtin. Ez ê rojekê her azad bibim. Ez bang li sazî, rêxistin û konsolxaneyan dikim da ku ji bo azadiya min kar bikin.”
HEWLÊR