• Gava wan xwe nêzî min kir, yekî ji endamên hêzên ewlekariyê kameraya di destê min de dît, bi darê di destê xwe de ez nîşan dam û biqêrîn got, 'wê kamerayê bide alî yan na ez ê gewriya te bibirrim.'

Rebaz Majeed (Rêbaz Mecîd) rojnamevaneke li Başûrê Kurdistanê ku ji bo Dengê Emerîkayê (VOA) jî nûçegihaniyê dike. Wî bi nûçeya xwe ya dawî rewşa xirab a azadiya fikir, îfade û çapemeniyê ya li Başûrê Kurdistanê darîçav kir.

Nûçeya Rêbaz Mecîd bi vê hevokê dest pê dike: "Li pey dûyê tekerên lastîkî yên xwepêşanderên li dijî hikûmetê li ser qilavîzka sekinîbûm, min hewl dida wêneyekî hêzên ewlekariyê yên nêzîk dibûn, bigirim. Gava wan xwe nêzî min kir, yekî ji endamên hêzên ewlekariyê kameraya di destê min de dît, bi darê di destê xwe de ez nîşan dam û biqêrîn got, 'wê kamerayê bide alî yan na ez ê gewriya te bibirrim.'

Li gelek aliyên dinyayê gava gef li rojnamevanekî bê xwarin ku gewriya wî wê bê birrîn, dibe ku weke mîzaheke reş bê fêmkirin, lê ji cihê ku ez lê nûçegihaniyê dikim, ev rastiyeke reş û tarî ye."

Rêbaz Mecîd nerazîbûna ji hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê bi bîr dixe û dibêje, di nava xwepêşandanên hefteyekê de "8 xwepêşander û 2 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin, bêhtirî 100'î birîndar bûn û bi sedan kesên din jî hatin girtin." 

Qanûn me naparêze

Bûyera gefxwarina li Rêbaz Mecîd 11'ê Kanûnê li Silêmaniyê qewimiye. Lê ev ne cara yekê bû ku gef li wî dihat xwarin, sala 2018'an gava ku wî hilbijartinên ji bo parlamenê dişopandin, û nûçeya sextekariya li ser sindoqan çêdikir. Hingê kesek telefonî wî dike û dibêje, "Ya baş ew e tu wê bisekinî, yan na em ê gurên xwe bera te din."

Ew tirsa xwe venaşêre: "Rojnamevan li vir dizanin, gava tiştekî weke vê biqewime, terciha aqilane ew e mirov cihekî bibîne ku tevî hevalên xwe lê bimîne heta ku rewş aram bibe."

Ew qebûl dike ku karkirina ji bo VOA ji 2017'an ve ji bo wî bextxweşî ye, ji ber ku ev yek heta radeyxekê parastina wî misoger dike. Kuştina nûçegihanekî VOA wê li dinyayê deng vede heger ew bê kuştin.

Rêbaz Mecîd qetilkirina rojnamevan Serdeşt Osman, Kawa Germiyanî, Soran Mame Hama, Wedat Huseyin û yên din dike û bi bîr dixe ku van hemûyan ji ber sedemên weke bertîlxwarî, gendelî û siyasî rexne li rayedarê Başûrî girtibûn û bextê wan weke yê wî ne xweş bû, lewma navê VOA ne li pişt wan bû.

Rêbaz Mecîd bi bîr dixe ku qanûna parastina rojnamevanan jî wan naparêze û ji ber wê jî dirûşmeya Navenda Metro ya ji bo Mafên Rojnamevanan “Qanûn me naparêze" ye. Ew nûçeya xwe bi nameya rojnamevan Serdeşt Osman ê ku ji Hewlêrê hat revandin û paşê hat qetilkirin bi dawî dike: “Heta ku em sax in, divê em rastiyê bibêjin. Û gava jiyana min bi dawî bû, bihêlin bila hevalên min nuqteyekê li dawiya hevokê deynin û yeke nû dest pê bikin."

FRANKFURT