• Artesh: Li Başûrê Kurdistanê huner li ser rêya xwe ya rastîn nameşe. Ev yek min pirr aciz dike. Dema dibînim ku hunermendên Kurd bi Kurdî nizanin pirr aciz dibim. Ez dixwazim hunermend zane be. Weke feylesofan tevbigere.

MIHEME PORGEBOL

Çanda Hip-hopê bi salan e di rojeva me de ye. Di cîhanê de bi rêya komên muzîka rapê yên weke 50 Cent, Jay-Z, Eminem û gelek navên din derkete pêş û kete rojeva me. Lê di rabihuriya vê çandê de gelek nav û komên bihêztir jî hene. Ev çanda ku di dawiya salên 90’î de di nav civaka Kurdan û Kurdistanê de jî hêdî hêdî belav bûye, êdî di nav ciwanên Kurd de dibe rengek. Hunermendên Kurd yên ku bi çanda Hip-hopê radibin û muzîka rapê dikin, digihin. 

Ev hunermend li her derê cihanê belav dibin û senteza çanda xwe ya kevnar û çanda Hip-hopê dikin. Gava bi vê senteza di huner de û birêxistinbûna ji jêr ve saz dibe, hisiyam kela canê min pirr rabû. Min dest bi lêgerîna li hunermendên Kurd yên bi çanda Hip-hopê radibin, kiribû. Bi dehan muzikjenên baş yê Kurd hene ku rapê dikin. Bi muzîka xwe rastiyên siyasetvanek newêre bibêje, bê tirs dibêjin. Artesh jî yek ji wan e. Tiştên ku Artesh dixwaze biguherîne hene û Artesh di vê daxwaza xwe de bi biryar e. Ew ne hunermendek ciwan e. Her wiha teorisyenekî huner ê çalakvan e ku dixwaze felsefe û heqîqetê bike bingeha teoriya muzîkê. Em li ser muzîk û hunerê wî, lê her wiha li ser aliyê wî yê civakî û siyasî peyivîn. 

Çanda Hip-hopê di nav ciwanan de belav dibe. Sebeba vê çi ye?

Em di nav gotinên xwe de pirr bi acizî behsa rastiyan dikin. Weke rastiyên jiyanê, rastiyên neteweyî, rastiyên olî û siyasî. Ciwanên niha ji derew û gotinên pûç û vala pirr westiyane û dixwazin rastiyan bizanin. Lewma ji Rapê hez dikin.

Gelek kesên ku dibêjin “hestiyariya Hip-hopê tûj û hişk e” hene. Tu çi difikirî?

Erê, wisa ye. Weke min got; em gotinên xwe pirr bi acizî dibêjin. Ez weke nivîskarekî naxwazim gotinên vala bibêjim û serê ciwanan germ bikim. Tu jî dizanî, têfikrîna Rapvanan pirr cuda ye. Yanî ez dixwazim gotinên xwe rasterast di nav Rapê de bibêjim. Bi rastî ji bo min ne xem e ka kî wê aciz bibe. Ji ber ku ez wan gotinan bi têfikirîn û ramaneke mezin dinivîsim.

Hip-hop û rap çi dide pêşiya ciwanên Kurd? 

Em nikarin armanca Hip-Hopê tenê bi paşeroj û têfikrîna ciwanên Kurd ve girê bidin. Hîp-Hop mîna sîstem û çandek cîhanî kar dike. Lê neteweyên cuda jî çand û zimanên xwe dixin nava vê çandê û Hip-Hopeke cuda diafirînin ku li dinyayê derkevin. Lê heta niha Hip-Hopa Kurdî bi ser rêya xwe ve nebûye. Divê ciwanên Kurd hevkariya Rapvanan bikin û vî hunerî di nava civakê belav bikin. Hip-Hop, yanî rastî û heqîqet, pêşniyaza rastî û heqîqetê dike.

Ihtîmal heye ku çanda Hip-Hopê di nav Kurdan de belav bibe?

Niha tu dibînî ciwanên Kurd di nav çanda Hip-Hopê de kar dikin û ev kar û xebat her roj zêdetir dibin. Ew kesê ku mîna min jiyana xwe li gel vî karî dibihurînin, baweriya wan heye ku rojekê Hip-Hopa Kurdî wê di cîhanê jî pirr mezin bibe.

Derfetên muzîkjenên Kurd yên ku rapê dikin çawa ne?

Di nava Hip-Hopa Kurdî de gelek muzîkjenên baş hene, lê astengiya herî mezin ji bo wan nebûna qezenceke madî ye. Di nav vî karî de qezenc tine û heta niha rapvanên Kurd nikarin bi vî karî debara xwe bikin. Bi neçarî karên din dikin ji bo debara xwe bikin.

Têkiliyên di navbera muzîkjenên Kurd ê ji çanda hiphopê de çawa ne?

Ji hev heznekirin, ango dijminkarî di nav çanda Hip-Hopê de gelekî heye. Helbet muzîkjen û rapvanên Kurd jî ji vê bêpar nînin.

Têkiliya te û rapvanên Kurd yên li cîhanê belav bûne, çawa ye?

Ez bixwe kesek aram im. Naxwazim têkilîyên min ên bi hunermendan re bi aloz bin. Hevaltiya min bi pirraniya rapvanên Kurd re heye. Par min çend stran bi rapvanên cuda re belav kirin û sala bê jî ez ê vî karî dewam bikim.

Rewşa civakî û polîtîk ya Kurdistanê çawa dibînî?

Kurdan li hember dijminên Kurdan li ser sînoran li ber xwe da. Şer û aloziyên navxweyî çêbûn. Partiyen siyasî yên Kurdan ji bo destketiyên xwe jiyana civakê li Kurdistanê pirr aloz kir û wan dijminahî di nava xelkê de çêkir. Lê ez bi bawer dikim ku pirraniya gel niha di vê gihiştiye û hezkirina wan ya ji bo jiyanê pirr bilind bûye. Hêvîxwaz im ku evîn, rastî û heqîqet di nava civakê de belav bibe.

Bi ya te, ji bo pêşketina çand û hunera Kurdistanê çi divê?

Bipêşketin, yanî her karek li ser rêya xwe ya rastîn bimeşe… Ji bo bipêşketina çand û hunerê Kurdistanê pêdivî ye ku huner li ser rêya xwe ya rastîn bimeşe. Divê ji ol û siyasetê cudatir be. Divê bes bi armanca agahdarkirina ciwanan bikeve xizmeta civakê.

Tu bi muzîka xwe dixwazî guhertineke çawa bikî di nav hunerê Kurdan de?

Ez dixwazim zanîn û ziman û felsefeyê bixim nava hunerê Kurdî. Niha ez li Başûrê Kurdistanê dimînim û li vir huner li ser rêya xwe ya rastîn nameşe. Ev yek min pirr aciz dike. Dema dibînim ku hunermendên Kurd bi zimanê Kurdî nizanin pirr aciz dibim. Ez dixwazim hunermend zane be. Weke feylesofan tevbigere.

Felsefeya muzîka te çi ye?

Ez hertim bi zanînek baş dest bi nivîsîna xwe ya ji bo rapê dikim. Yanî heger bixwazim di stranên xwe de behsa hin tiştan bikim, pêşî di nav gelek pirtûkan de li wan digerim. Ji bo ku karibim bi zanîn nivîsîna xwe temam bikim. Felsefeya muzîk û jiyana min xizmetkirina neteweyekî bindest e. Naxwazim bi tenê karekî hunerî bikim û navê xwe bilind bikim. Armanca min ji wan kesên ku di nav sîstemê de xwe wenda kirine, vegerandina wî ruhê pîroz e ku hatiye ji bîr kirin. Vegerandina rastî û heqîqetê ye. 

Artesh kî ye?

Artesh sala 1994’an li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Urmiye hatiye dinê û sala 2005’an çûye Başûrê Kurdistanê. Li wir dimîne. Bapîrên wî li Bakurê Kurdistanê, li Hekariyê bûne. Ji ber vê yêkê jî ew ji xwe re dibêje, “Ez kurê her çar parçê Kurdistanê me.”
Wî despêka sala 2008’an bi birayê xwe yê mezin mamoste Reşad Rap2 dest bi karê muzîkê kiriye. Hingê komeke bi navê “Koma Pênûs” ava kirine. Heta niha jî xebatên wan dewam dikin. Ji bilî mamoste Reşad û wî di “Koma Pênûs” gelek endamên din li Kurdistanê û li Ewrûpayê hene.