Ji bo xwendekarên Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Rojava pêşangehek hat vekirin. Pêşangeh bû eynika behreyên xwendekaran.
Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê bi hevkariya Zanîngeha Rojava, bi armanca pêşandana hunera xwendekarên herêmê, pêşangah şêwekariyê li Bexçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo vekir.
10 xwendekarên Fakuleteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Rojava bi berhemên xwe beşdarî pêşangehê bûn. Di pêşangehê de 25 tablo û 10 peykerên temamkirî û yên netemamkirî hatin nîşandan.
Mijarên tabloyan; şehîdên Şoreşa Rojava, xweza, çand û hunerê Kurdî bûn.
Li kêleka tabloyan 2 xwendekarên mûzîkjen, bi amûrên xwe hestên xwe bi beşdaran re parve kirin. Her wiha 2 mamosteyên Fakulteya Hunerên Bedew; Emîn Ebdo û Omer Ishaq bi awayekî zindî wêneyên beşdaran xêz kirin.
Şêniyên herêma Cizîrê, malbat û hevalên xwendekaran û hezkeriyên şêwekariyê tev li pêşangehê bûn.
ANHA/QAMIŞLO