Ewrûpayê hê rewş fêm nekiriye 

Şemî 19 Cotmeh 2024 - 03:10

  • Akademîsyen û sendîkavan Deepa Drîver yek ji hezar û 500 kesên ku ji bo Îmraliyê îmze avêtiye got: Tirkiye bi nêzîkatiya li hember Birêz Ocalan mafê hêviyê tune dike, parçe dike.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de cezayê muebbeda giran ê bêyî mafê berdana bi şert ê li Rêber Abdullah Ocalan hatiye birrîn, ji ber “Mafê hêviyê” weke binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê qebûl kir. DMME’yê ji Tirkiyeyê xwest ku qanûnên xwe sererast bike. Di ser biryarê re 10 sal derbas bûn lê Tirkiyeyê hê jî tu gav neavêtiye. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî di navbera 17-19’ê Îlonê de civiya û piştî 3 salan, biryara binpêkirinê ya DMME’yê kir mijara civîna xwe. Ligel van pêşketinan 69 navdarên Xelata Nobelê girtine meha Tîrmehê de name ji Konseya Ewropayê Komîteya Wezîran, DMME, CPT, Komîteya Mafê Mirovan a NY’ê (OHCHR) şandin û li gel vê hezar û 500 parêzer û nûnerên saziyan ji bo hevdîtina li Îmraliyê pêk bên îmze avêtibûn. Yek jivan jî akademîsyen û sendîkavan Deepa Drîver e. Deepa derbarê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan axivî û wiha got:’’Tirkiye bi vê nêzîkatiya xwe ya li hember Birêz Abdullah Ocalan, di esasê de wî tune dihesibîne û heman demê de mafê hêviyê tune dike, parçe dike. Em der barê Îmraliyê de bifikarin. Ya li wir tê jiyîn beriya her tiştî trajedî ye. Ev ne tenê fikare, şaşiyeke bi xof e. Birêz Ocalan 26 sale di bin tecrîdê ye û ev çend sale jî nikare bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî der barê ku ev binpêkirine de biryar daye. Lê mixabin Tirkiye li gorî vê biryarê tevnagere biryarê pêk nayne. Ev jî tê wateya ku Tirkiye biryaran tune dihesibîne. Dewletên Konseya Ewropayê di doza Abdullah Ocalan de tiştekî nabêjin. Ev ji bo tenduristî, bawerî û hêza Konseya Komîteya wezîran bi fikare. Ji bo ev yekitî ji nûve bê bidestxistin divê konseya Ewropayê li dijî vê seknek cidî nîşan bide. 

DYE binê hiqûqê dikole

Deepa Drîver derbar mukirhatinên serokwezîrê demê yê Îtalyayê D’Alema de jî ev nirxandin kirin:’’DYE li aliyekî ku aktorê ku binê hiqûqa navneteweyî dikole ye, li aliyê din jî li cîhanê digere û wekê ku aştî, azadî û pitşevaniyê tîne tevdigere. Ji ber vê jî serokwezîrê berê yê Îtalyayê ji rayagiştî re daxuyand ku di bin zextê de maye. Ev mirovan matmayî nahêle. Mixabin em nizanin ku DYE çima evqas bi girtina Birêz Ocalan re eleqeder bûye. 

Têkoşîna Kurdan girîng e

Drîver derbarê civîna Komîteya Wezîran a Ewrûpayê ya derbarê mafê hêviyê de jî wiha got:’’Ev daxuyaniya Komîteya Wezîran bi tena serê xwe bi fikare. Ev nîşan dide ku lezgînbûna rewşa Birêz Ocalan fêm nekirine an jî naxwazin fêm bikin. Tişta ku gotine ‘Di vê mijarê de beriya em tiştekî bikin em amadene ku salek din jî eşkence bidome’. Bêguman pêvajo dirêj didomin. Di rewşa Birêz ocalan de doz bi salane eşkere ye. Ne salek, 15 roj ji vê rewşê re zêdeye. Ji ber vê jî dema em dinêrin tiştên tên kirin nayên fêmikrin. Vegotina vê tuneye. Me bi îmzekirina vê nameyê ne ji bo mafên pêşketî ne ji bo çareseriyên sofîstîke, ji bo rêzdariya li hember mafên mirovan îmze avêt. Daxwaza me ev bû. Me ev ji bo her mirovî dikaribû bikira. Lê bêguman rewşa Birêz Ocalan sembolîk e û ji ber vê yekê jî me piranî kesî ji ber vê sedemê îmze avêt. Li aliyekî cîhanê şer hebe, mirov bimirin û em jî wekê ku tiştek nebûye tevbigerin wê ev me çawa nîşan bide. Divê fikr û felsefeya Birêz Ocalan ji aliyê mirovan de bê bihistin. Divê mirov fêm bikin. Bi taybetî vê ji Gelê Kurd re dibêjim; têkoşîna we girîng e. Têkoşîna we wê ji hemû mirovên din yên cîhanê re bibe alîkar. Divê em bi hevkariya pergala edaletê hesab bipirsin. Rojnameger, parêzerên Tirkiyeyê di bin rîskên mezin de xebatên xwe dimeşînin. Ev ji bo me hemûyan mînak in.

JINNEWS/MELEK AVCI

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.