Li Navenda Metro ya li Silêmaniyê ajansa Rojnewsê, derbarê çarenûsa rojnamevan Silêman Ehmed de civînek çapemeniyê lidarxist. Daxuyanî ji aliyê Hawrê Karwan ve hat xwendin û hate gotin:’’Di nava 93 rojan de em wek Ajansa Rojnews, tîma parêzerên wî û malbata Silêman Ehmed, me serî li hemû rêyên yasayî û medenî da ji bo çarenûsa wî eşkere bibe û bê berdan. Bi sedan rojnamevan, saziyên çapemeniyê nerazîbûn nîşandan, gelek çalakî û civînên çapemeniyê hatin lidarxistin. Navenda Metro, Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), Tîma Kurdistana Iraqê (CPT) Federasyona Ronos, Navenda Pena Kurd, Rêxistina Rojnamevanên Sinornenas, Navenda Mafê Mirov a Iraqê, Endamên Sendîkaya Rojnamevanên Iraq û Herêma Kurdistanê, Komeleya Rojnamevanên Dicle-Firat, Komeleya Rojnamevanên Jinên Mezopotamya û gelek sazî û dezgehên din li dijî revandin û windakirina Silêman Ehmed helwest nîşandan û daxwaza berdana wî kirin. Herî dawî tîma parêzeran dosya pêşkêşî UNAMI kirin û Serokê UNAMI jî ragihand ku haya wan ji doza wî heye û wê hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar bikin ku hemû mafên wî yên yasayî pêk bînin û serdana wî bikin.
Bi devê desthilatê diaxivin
Di daxuyaniyê de nerazîbûn nîşanî Yekîtiya Rojnamevanan a li Hewlêrê hate dayîn û wiha hate gotin:’’Tevî hemû hewldan, fişar, deng û nerazîbûnan, lê Yekîtiya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê, gelek bêberpirsiyarî û xemsar nêzî vê dosyayê dibin û bi ruhekî hizbî lê dinêre. Di civîna çapemeniyê ya eşkerekirina daneyên binpêkirinên li dijî rojnamevanan de, li ser pirsa çima navê Silêman Ehmed nehatiye nivîsandin, bi çavê desthilatdariyê ev doz veguherandin dozeke siyasî û gotin ku ti eleqeya wê bi rojnamegeriyê re nîne. Silêman Ehmed wek rojnamevanek azadîxwaz û serbixwe pênûsa xwe nefirot, di 5 salên xebata xwe ya di Rojnews’ê de, ji bo doza girtiyên Behdînanê û hemû dozên girêdayî azadiya ramanê, rojnamegerî û mafên mirovan, parêzvanekî bi hêz bû. Niha jî di zindana rejîmeke eşîrî û dijî azadiyê de berdêla helwesta xwe dide. Ev kiryara PDK’ê û desthilatdariyê li hember hemû azadîxwaz, rexnegir û dengên xwepêşanderan nîşanek metirsîdar û tolhildana siyasî ye. Berpirsyartiya ewlehî û jiyana wî li stûyê PDK’ê û desthilatdarên Herêmê ye. Em dev jê na berdin û her roj îsrara me wê zêdetir bibe. Divê demil dest û bê şert û merc, Rojnamevan Silêman Ehmed were berdan.” Piştî daxuyaniyê, parêzerê Silêman Ehmed Nerîman Ehmed, xwediyê Kompanya Çetir a ji bo Xebatên Medyayê Kemal Hemereza û daxuyaniya Navenda Metro ya ji bo parastina mafên rojnamevanan jî hatin pêşkêşkirin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ