- Leyla Atabay 27 sal in di girtîgehê de ye. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Dayîka wê Eynê Atabay jî, bi heman daxwazê li Wanê di çalakiya Nobeta Edaletê de ye. Keça wê li girtîgehê, ew jî di nobetê de li berxwe didin.
ROJDA AYDIN-ZELAL TUNÇ / JINNEWS / WAN
Dayîka Eynê Atabay bi eslê xwe ji gundê Kelê ya navçeya Ebexa Wanê ye. Eynê di sala 1976’an de ji ber erdhêjê bi tevî malbata xwe neçar dimîne ku koçî Wanê bike. Malbata ku li gund bi zordariya dewletê re rû bi rû dima, li Wanê jî bi heman rewşê re rûbirû ma. Di sala 1978’an de keça wê Leyla Atabay di bin siya zextan de tê dinê. Leyla ku temenê biçûk de zextên desthilatdariyê nas dike, di temenê ciwan de di sala 1995’an de xwendekara lîseyê bû jî bi xwendina pirtûkan re elaqedar bû. Leyla rojekê ji malê derdikeve û nivîsa “Li şûna ku hezar roj bêwate bijîm, ez ê rojekê bi wate bijîm” li pişt xwe dihêle û diçe. Piştî demekê di 1997’an de tê girtin. Cezayê muebetê lê tê birrîn û 15 salan di Girtîgeha Girtî ya Jinan a Mûşê de dimîne. Di sala 2011’an de sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa E ya Erziromê tê kirin. Leyla piştî 2 salan sirgûnî Baybûrtê û piştre ji vir jî sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Elbîstanê tê kirin. Leyla niha li Girtîgeha Girtî ya Alanyayê ya Antalyayê de girtî ye. Leyla ku zêdetirî nîvê jiyana xwe di girtîgehê de derbas dike, di nava çar dîwaran de jî elaqeya xwe ya ji bo xwendina pirtûkan vedîgerûne nivîsandinê. Leyla di jiyana xwe ya 27 salan a girtîgehê de bi xebatên xwe yên berfireh ên li ser Seîdê Nûrsî û “Îlahiyata Çep” a bi navê “Nasnameya Konjunktural” tê naskirin. Heta niha bi giştî 4 berhemên cuda yên wê hene ku di nav wan de “Kesê xwe jibîrker” û “Şikefta Fîlozofiyê” hene. Leyla herî dawî jî pirtûka “Ez bi xwe, ya din (Ben Kendim Öteki)” nivîsî.
Dest bi greva birçîbûnê kir
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakî, di roja 22’an de didome. Çalakiya di 27’ê Mijdarê de di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de hate destpêkirin û wê heta 15’ê Sibata 2024’an bidome. Herwiha bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malbatên girtiyan bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li gelek bajaran çalakiya “Nobeta Edaletê” destpêkirin.
Dayika wê jî dest bi nobetê kir
Leylaya ku bi vê daxwazê di girtîgehê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye, dayika wê jî bi heman daxwazê di Nobeta Edaletê de cihê xwe girtiye. Eynê Atabay behsa Leyla û têkoşîna xwe kir. Eynê, da zanîn ku ev 5 sal in keça xwe Leyla ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê nedîtiye û got: “Rastî jî gelekî zor e. Zarokên me dûrê me dixin. Bi vê yekê êşkenceyê li zarokên me dikin da ku dev ji doza xwe berdin û poşman bibin. Lê belê me dîsa jî dev ji doza xwe bernedaye.”
Piştî keça wê kurê wê jî çû
Eynê, di dewamê de got, ew helbestên xwe taybetî li ser kurê wê yê ku jiyana xwe ji dest daye û keça xwe Leyla vedibêje û wiha pê de çû: “Kurê min sala 2000’î çû û sala 2010’an jî jiyana xwe ji dest da.” Eynê, diyar kir ku piştî keça wê hat girtin bi 2 salan, kurê wê tevlî nava refên PKK’ê bûye. Eynê, di dewamê de bal bire ser çalakiya greva birçîbûnê ku di girtîgehan de dest pê kiriye û got, “Keça min û girtiyên din ji bo paşeroja zarokên vî gelî ketine girtîgehê. Bila her kes baş zanibe ku em îro bi saya Birêz Ocalan û girtiyan hatine vê rojê û bi pêş ketine. Bila her kes piştevaniya vê çalakiyê bike. Me felsefeya serokatiyê nas kiriye. Em li rengê mirovan nanihêrin. Ji ber vê yekê, bila her kes jî destê xwe bide ser wîcdana xwe. Em dixwazin tavilê daxwazên girtiyan pêk bînin."