Ew rêberekî gerdûnî ye

Duşem 11 Adar 2024 - 00:46

Serokê rêxistina sivîl a Katalonyayê CIEMEN'ê Davîd Mînoves anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan Rêberekî gerdûnî ye û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir. Davîd Mînoves ê ku ji Medya Haberê re axivî û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bibîr xist û destnîşan kir ku azadiya Abdullah Ocalan ji bo aştiyeke demokratîk û mayînde ya li herêmê pêk were girîng e.

Mînoves, diyar kir ku Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê gelê Kurd e di heman demê de di qada navneteweyî jî mîna Rêberek tê dîtin û anî ziman ku dewleta Tirk û hêzên rojavayî ev 25 sal in mafên Abdullah Ocalan binpê dikin û got:"Astengkirina hevdîtina Ocalan ya li gel malbatê û parêzerên wî û berdewamkirina tecrîda mutlaq, binpêkirina hiqûqê ye û her wiha mafê mirovan a gerdûnî tine hesibandine.” Mînoves, diyar kir ku ramanên Abdullah Ocalan dikare çand û civakên cuda di bin sîwana demokrasiyê de bîne cem hev û got:"Konfederalîzma demokratîk ew sîstem e ku derfetê dide mirovahiyê ku li cewhera xwe vegere û bi rengekî wekhev bijî. Mînak li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava Kurdan ev bi dest xistine. Li van herêman hûn dikarin bibînin ku tecrûbeya konfederalîzma demokratîk bi rengekî bêqisûr dixebite. Ramanên Ocalan ên ji bo jiyana bi hev re ya aştiyane û wekhev û azad, ya herî rasteqîn û pêkan e."

Hîmê desthilatdariyê hejand

Jinên Kobanê jî derbarê azadiya Rêber Abdullah Ocalan de axivîn. Emîra Elî bal bire ser bêdengiya li hemberî pêkanîna li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got:"Êdî em dixwazin Rêberê me di nava me de be. Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hîmê desthiltdariyê û kapîtalîzmê hejiyaye,  ji ber wê ew dîl girtin. Lê belê hesabên wan şaş derketin, gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan in û heta azad bibe dê li qadan bin."

Cîhan Derwêş jî got:"Em dixwazin agahiyekê ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin. Tirsa wan ew e ku dawî li desthilatdariya wan bê. Lê em bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rê ve dibin. Çawa ku Rêber Apo gel azad kir, em ê jî her tim têbikoşin da ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe.”

Bêrîvan Şifqet jî got:“Dewleta Tirk her dixwaze Rêber Apo, gel û malbatê ji hev qut bike. Lê bila dewleta Tirk baş bizane ku em li ser felsefeya Rêber Apo ne û em ê bi vê felsefeyê azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin."

Narîn Zede jî wiha got:"Em bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin û bi pêş dixin. Ew erdheja ku herî dawî pêk hatiye, em dixwazin bizanin rewşa Rêberê me çi ye û êdî Rêberê xwe di nava xwe de bibînin. Em ê her tim têkoşînê mezin bikin da ku Rêber Apo bi fizîkî azad bikin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.