Ew ê tecrîd were teşhîrkirin

Duşem 9 Îlon 2024 - 02:25

Ji bo salvegera kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ li 50 navendên Ewropayê wê tecrîda li ser Rêber Ocalan were teşhîrkirin. Berdevkê Ragihandinê yê KON-MED’ê yê Almanyayê Mazlum Karagoz tecrîd tê maneya şer û xizanî ye û rojeva wan a esasî tecrîd e.

Ji bo salvegera kampanyaya ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re çareseriya demokratîk’’ li gelek welatên Ewropayê li 50 navendan wê çalakiyên domdar bêne kirin.

Berdevkê Ragihandinê yê Konfederasyona Civakên Kurdistanê (KON-MED) yê Almanyayê Mazlum Karagoz destnîşan kir mînaka êşkenceya tecrîdê ya li ser Rêber Ocalan li cîhanê nîne, tecrîda mitleq a li ser Ocalan bi xwe re şer, xizanî û çaresernekirinê tîne û ew dixwazin têkoşîna li Kurdistanê ji gelên Ewropî re vebêjin.

Karagoz bi bîr xist 10’ê Cotmeha 2023’an bi pêşengiya dostên Kurdan ên enternasyonalist li dijî tecrîdê pêngavek hatiye destpêkirin û bi vê çarçoweyê 8’ê Adarê, 21’ê Adarê û 15’ê Tebaxê polîtîkayên tecrîdê hatine teşhîrkirin û 1’ê Îlonê jî bi vê mebestê Konferansa Aştiyê li dar xistine.

Li 50 navendî çalakî

Karagoz wiha got: ‘’Bala me bi temamî li ser rakirina tecrîdê ye. Dê li 50 navendên cuda çalakiyên xwendinê, pirtûkxaneya Ocalan, konferans û daxuyanî bên lidarxistin. Em ê di 21’ê îlonê de li Frankfurtê Mîhrîcana Kurd li dar bxin. Em ê li vir êrişên li dijî çanda Kurdan şermezar bikin lê dê rojeva me ya esasî tecrîd be.” 

Tecrîd tavilê divê rabe

Bi berdewamî Karagoz anî zimên tecrîd ne tenê ji bo Kurdan ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê jî hêviyek e û got,“Ev yek di serî de li Kurdistanê, wê li seranserî cîhanê hêviya çareseriyê biafirîne. Derhiqûqtî, krîza aborî û rizîbûna civakî êdî derketiye lûtkeyê. Bi rakirina tecrîdê re dê di gelek qadan de çareserî pêş bikeve. Lewma divê tavilê tecrîd were rakirin û ji bo aştiyeke birûmet a li ser esasên demokratîk gav bên avêtin.” 

MA/DELAL AKYUZ 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.