Ew ê serî li dadgeha Iraqê bidin

Pêncşem 15 Sibat 2024 - 00:19

Derbarê revandina rojnamevan Silêman Ehmed û hewldanên hiqûqî parêzerê wî Nerîman Ehmed Reşîd ji ANHA`yê re axivî.

Nerîman Ehmed Reşîd anî ziman ku ji destpêka girtina Silêman Ehmed heta îro hewldanên wan hene ku xwe bigihînin Silêman Ehmed û diyar kir ku ev mafê herî rewa yê wan û yê Silêman Ehmed e û got:“Piştî saetan 24 saetan parêzer dikarin hevdîtinê pêk bînin. Agahî me girtibû ku Silêman Ehmed li Asayîşê hatiye girtin. Lê Asayîşê her tim digot `li vir nîn e`. Piştî hewldan û zextên raya giştî neçar man ku daxuyaniyeke bidin û bibêjin `Silêman Ehmed me desteser kiriye.”

Parêzer Reşîd anî ziman piştî daxuyaniyê dîsa serlêdana asayîşa Dihokê kirine ku rojnamevan Silêman Ehmed bibînin lê destûra parêzeran nehatiye dayîn û got:“ Li gorî qanûna darazê ya Iraqê madeya 40’an divê her aliyek li gorî biryara dadger bimeşe. Lê Asayîşê rê neda em Silêman Ehmed bibînin û bibin wekîlê wî.” Li gorî destûra Iraqê madeya 19`an divê parêzerê her girtiyekî hebe û bê parêzer tiştekî neke. Parêzer Reşîd bal bire ser vê biryarê û anî ziman ku asayîşa Dihokê û hikumeta Başûrê Kurdistanê eşkere destûra xwe binpê dikin:“Heta niha asayîşa Dihokê û hikumeta Başûrê Kurdistanê rê nadin parêzer û dezgehên cuda serdana Silêman Ehmed bikin. Her tim ji me re hincetên nerast ên wekî `li vir nîn e, hîn lêpirsîn xilas nebûye` dibêjin. Em ê di demekê herî nêz de serî li Dadgeha Federal a Iraqê bidin. Wê bi her awayî hewldanên me yên hiqûqî dewam bikin.”

ANHA/CÎHAN BÎLGÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.