Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina tevahî xaka Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Bi xiyaneta PDK’ê dewleta Tirk roj bi roj xaka Başûr dagir dike, baregehên nû ava dike û dixwaze xewna xwe ya Osmaniyan zindî bike. Derbarê mijarê de Endamê Mekteb Siyasî ya Zehmetkêşana Kurdistanê Şiwan Mihemed axivî. Şiwan Mihemed, dagirkerî û êrişên dewleta Tirk a dagirker bi xirabiya aboriya Tirkiyeyê ve girê da û got:“Di warê siyasî û civakî de jî Tirkiye di nava pirsgirêkên mezin de ye, bi taybet jî AKP dixwaze pirsgirêkên xwe bibe derveyî welat. Dewleta Iraq dewletek lewaz û bê desthilat e, lê dema li Başûrê Kurdistanê cûdahiyek bi Iraqê re çêdibe, Iraq bersivek tund dide û dibêjin nabe ji derveyî serweriya Iraqê tiştek were kirin. Lê dewleta Tirk dijminê Kurdan e û ti hesaba serweriyê nake. Iraq dikare di asta navneteweyî de dijî dewleta dagirker gilî tomar bike.”

Şiwan Mihemed ragihand ku êrişên dewleta Tirk binpêkirina serweriya Kurdistanê ye, divê Hikumeta Iraqê bi alîkariya Hikumeta Herêma Kurdistanê helwestek nîşan bide û ev bang dike:“Divê aliyên siyasî  jî bi hevre dijî êrişên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê xwedî helwest bin, divê li ser rêyek nîştimanî yek deng bin, em nehêlin dijmin êrişan bike. Lê ev êriş jî wê weke êrişên din vale biçin û bi şikestî ji çiya vegerin. Divê peyamek siyasîya Kurdan hebe, Kurd bibin yek û xetek wan ya nîştimanî ya sor hebe, hêvîdarim ti aliyek siyasî nekeve bin xendeka dagirkirina Kurdistanê.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ