- Karayilan diyar kir ku Newroz û berxwedana Garê îsbat kiriye ku ‘Pîlana çokdanînê’ têk çûye û got: Ti planên wan ên qirkirinê wê li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bi ser nekeve. Divê her kes vî tiştî bizanibe."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bang li hemû partiyên siyasî, sazî û dezgehên Kurdistanî kir û got “Divê em hemû vê pêvajoya hesas a ku em tê de ne, li ber çavan bigirin û ji bo geşkirina yekîtiya neteweyî em xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin. Di vî warî de divê her kes ji aliyê xwe ve hewl bide. Em PKK nirxandina me ya di vê çarçoveyê de ev e û em ê ji bo geşkirina siyaseta hevkar û neteweyî û pêkanîna yekîtiya neteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên Radyoya Dengê Welat. Hin beşên ji axaftina Karayilan li ser yekîtiya Kurdan ev in.
Garê destê Kurdan xurt kir
“Serkeftina li Garê ji gelê Kurd hemûyan re serkeftineke mezin bû. Ji ber ku dijmin dixwest li Garê encamekê bistîne û bi vî awayî dixwest li herêmê serwer bibe. Ev tişt bi ser nexist û têk çû. Ya din jî dewleta Tirk ewqasî xwe mezin dikir, xwe wisa nîşan dida ku destê xwe biavêje ku derê wekî ku wê karibe wê derê bistîne û tu kes nikare li pêşberî wan bisekine. Şikestina dewleta Tirk a li Garê derxist holê ku heqîqet ne wisa ye. Dema ku li hemberî wê îradeyeke xurt hebe, hêza wê ya leşkerî û teknîka wê jî ewqasî ne xurt e. Ev heqîqet bi serfiraziya li Garê derket holê. Vî tiştî destê siyaseta Kurdan jî xurt kir. Çawa ku di sala 2008’an de dewleta Tirk li Zapê têk çû û vî tiştî destê siyaseta Kurdan xurt kir, berxwedan û serkeftina li Garê jî heman rol pêk anî. Îro destê siyaseta Kurdan ji berê xurttir e. Bêguman her kes berxwedana li Garê şîrove dike, ne bi tenê Kurd hemû hêzên li herêmê vî tiştî dikin. Li ser vê rastiya ku derketiye holê her kes siyaseta xwe diyar dike û siyaseta xwe di ber çavan re derbas dike. Ne bi tenê ji bo encama berxwedana li Garê, bi giştî jî em di pêvajoyeke girîng û hesas re derbas dibin. Ez bawer im hesasiyeta vê pêvajoya ku em tê de ne û encamên li Garê wê atmosfereke erênî ava bike. Wekî ku we pirsî li holê rewşeke wisa tuneye ku mirov bi PDK’ê re li ser wê guftûgo bike, lê ya girîng ne hevdîtin û têkilî ye, ya girîng ev e ku çawa nêz dibin û divê ev atmosfera heyî ji aliyê hemû kesan were fêmkirin. Em bawer in di vî warî de wê astek pêk were.
Divê Kurd bi stratejî bin
Pirsa girîng ev e, wê di pergala siyasî ya nû ya sedsala 21’ê de Kurd cih bigirin an na. Ji bo ku Kurd di nav wê pergalê de cih negirin, hêzên ku Kurdistan kirine mêtingeh û dagir kirine, di nav hewldaneke mezin de ne. Bi pêşengiya dewleta Tirk ev tişt tê kirin. Ew dixwazin di nav pergala siyasî ya nû de Kurd cih negirin. Bêguman em jî li hemberî vî tiştî ne bêdeng in. Ne rast e ku tevgerên Kurdan dev ji têkoşînê berdin û bêyî stratejî tevbigerin. Em gelê Kurd divê stratejiyeke me ya hevpar hebe û li hemberî wan em jî di nav hewldanan de bin. Heke Lozaneke duyemîn pêk were, ne destkeftiyên li Başûr û ne jî yên Rojava wê bimînin. Temenê Peymana Lozanê 100 sal in û du salên din ango di sala 2023’an de ti hikmê vê peymanê namîne. Erdogan berê jî digot; “Em vê peymanê qebûl nakin û li wê derê heqê me hatiye xwarin.” Niha jî kongreyên partiya xwe dike û di her warî de ji bo pêvajoya nû xwe amade dikin. Ya rast dewleta Tirk Erdogan ji bo vê pêvajoyê amade dike. Çima? Ji ber ku ew dizanin di sala 2023’an de Peymana Lozanê temenê xwe tijî dike û ti hikumê wê namîne û bi vê re dixwazin dîsa sînorên Mîsaq-î Mîllî dagir bikin. Ew ji bo vî tiştî xwe amade dikin. Niha hemû amadekariyên wan li ser vî tiştî ye. Bêguman ev meseleyên girîng û stratejîk in. Ji bo vê jî divê siyaseta Kurdan bi awayekî stratejîk bifikire, di vê pêvajoyê de kumê xwe deyne ber xwe û bi fikrên teng nêzî meseleyê nebe. Bi êrişên dagirker ên dewleta Tirk ne bi tenê gelê Kurd wê gelên Ereb, Asûr û Siryan û gelên din jî xisarê bibînin. Him gelê Kurd û him jî gelên din ên li herêmê divê li hemberî vê rewşê hestyar bin û bi tarzeke rast tevbigerin. Divê ti kes bi feraseta ‘Bila biçûk be bila ya min be’ nêz nebe. Ev ne helwesteke rast e. Ne dema wî tiştî ye ku mirov bi ferasetên teng û biçûk hinek tiştan rizgar bike. Rewşa li ber me, her tiştî eleqedar dike. Heke tu bi tenê ji bo xwe hinek tiştan bixwazî wê ew tişt jî ji destê te derkeve. Ev serdemeke wisa ye. Ji bo vê jî em dibêjin, divê her kes vê pêvajoyê baş binirxîne.”
NAVENDA NÛÇEYAN