Ew ê bi rehetî nemînin û venekişin

Pêncşem 23 Mijdar 2023 - 00:18

AMARGÎ ARHAT BA / ANF / BEHDÎNAN

Yekîneyên gerîla yên bi tevger ên li herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl li dijî dagirkeran şer dikin, ji bo girên ku artêşa Tirk bi piştgiriya PDK'ê hewl dide lê bi cih bibe ji dagirkeriyê paqij bikin, operasyoneke şoreşgerî pêk anîn. Gerîlayên tevlî operasyona şoreşgerî bûn, amadekarî û nêrînên xwe ji ANF'ê re vegotin. Ji gerîlayên YJA Starê yên ku pêşengî ji çalakiyên li qadên berxwedanê yên li Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl re dikin Têkoşîn Bilikî diyar kir ku rizgarî wê bi têkoşîna çekdarî bibe û got:"Pêvajoya herî girîng a şer, amadekarî ye. Me keşif, îstixbarat û planên xwe temam kir. Serweriya me li ser çekên me heye û ya herî girîng jî moral û motîvasyon di asta herî bilind de ye. Em bi îkna ne ku em ê teqez vê operasyonê bi ser bixînin, em ji serketinê bawer dikin."

Tirk û xiyanet nagihên xeyalên xwe

Ji gerîlayên HPG’ê Çetîn Serhat jî got:"Em destûr nadin ku leşkerên Tirk li ser Girê Amediyê bi rehetî bimînin. Her wiha em ê nehêlin ku xwe bi rehetî vekişînin. Em vê yekê bi xeyalî nabêjin, em ê teqez vê yekê pêk bînin. Ew çi amadekariyê dikin bila bikin, li dijî wan hemûyan taktîkên gerîla hene. Em bi armanca ku artêşa Tirk ji wir derxînin, dikevin rê."

Gerîlayê HPG’ê Hewrê Bêkes ku tevlî operasyona şoreşgerî bûye, têkildarî pêvajoya amadekariyên çalakiyê ev tişt gotin:" Ew bi alîkariya malbata Barzanî dixwazin Başûrê Kurdistanê dagir dikin û bigihijîn sînorên xeyalên xwe. Em jî weke tîmên gerîlayên bi tevger dixwazin li dijî vê hewldana dagirkeriyê bersiva pêwîst bidin. Di vê çarçoveyê de em amadekariyên xwe dikin. Em bi ruhê êrîşê yê hevalê Baran xwe amade dikin ku par di çalakiya Girê Hekarî de şehîd bû."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.