Ew dilsozê welatê xwe bû

Pêncşem 1 Hezîran 2023 - 13:54

HPG'ê nasnameya gerîlaya YJA Starê Tavîn Tekoşîn (Sîbel Çelîk) eşkere kir ku li Bestayê şehîd bûye û got, "Wê her tim bi taybetmendiyên xwe yên bedew bê bibîranîn û pêşengiyê ji têkoşîna me re bike."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, “Di daxuyaniya xwe ya 5'ê Sibata 2023'an de me ragihandibû ku artêşa Tirk a dagirker 21'ê Çileyê 2023’yan li qada Bestayê dest bi tevgereke berfireh kir, di 22-23'ê Çile de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Me ragihandibû ku di vî şerî de tevî şeş hevalên me yên din hevrêya me Nûda-Zozan Ocal jî di 23'ê Çileyê 2023'an de şehîd bûye. Lê belê li gorî agahiyên piştre hatin wergirtin, eşkere bû ku hevrêya me Nûda şehîd nebûye û li ser wezîfeya xwe ye. Lê hevrêya me Tavîn Têkoşîn şehîd bûye. Ji ber vê şaşîtiyê em lêborînê ji malbata hêja ya hevrêya xwe Nûda û tevahiya gelê xwe dixwazin.

Xeta tekoşînê ya ciwanan e

Milîtana PKK û PAJK'ê hevrêya me Tavîn bi kesayetiya xwe ya têkoşer, bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta azadiyê ya jinê û hewldana ji bo bibe hevrêyeke baş a Rêber Apo, bû mînakeke bêhempa ya dilsoziya bi welêt re. Tevî ku li Ewropayê ji dayik bû û lê mezin bû, ti carî ji rastiya Kurdistanê qut nebû û di vê oxirê de têkoşiya. Bi vê sekna xwe bû xeta têkoşînê ya ciwanên Kurdistanê. Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Tavîn em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Hevrêya me Tavîn ji malbateke welatparêz a ji Çewlîgê li Elmanyayê ji dayik bû û lê mezin bû. Sala 2012'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me ku xeyala wê ya herî mezin ew bû ku weke milîtaneke YJA Starê li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike, bi coş, kelecan û tevlîbûna xwe ya bi fedaî bandor li hevrêyên xwe kir. Her kêliya jiyana xwe li ser derbên li dijmin bixe bi ponijî û li herêma Botanê tevlî çalakiyan bû, ev kûrbûna xwe xiste pratîkê. Li tevgera  dewleta Tirk a dagirker a 21, 22 û 23'ê Çileyê 2023’yan a li Bestayê, hevrêya me Tavîn tevî hevrêyên xwe derbên giran li dijmin xistin. Hevrêya me Tavîn di berxwedana destanî ya bi pêşengiya hevrê Leyla Sorxwîn de, heta nefesa xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. Bi sadebûn, duristî, tevlîbûna xwe ya fedaî ya li jiyanê, hezkirina kûr a hevrêtiyê bandoreke xurt li her hevrêyê xwe kir."

Agahiyên li ser nasnameya şehîd Tavîn Têkoşîn bi vî rengî ne:

Tavîn Têkoşîn (Sîbel Çelîk), li Elmanyayê jidayîk bûye, 23’ê Çileya 2023’an li Besta şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.