Eva Schonveld: Bang bawerî ye

Pêncşem 6 Adar 2025 - 03:10

  • Parêzera navneteweyî Eva Schonveld da zanîn ku banga Abdullah Ocalan girîng e û wiha got: “Beriya lihevkirinê divê zemînek saxlem bê avakirin. Ev bang wê dînamîkên herêmê biguherînin. Bi îlham û bawerî ye.”

Banga "Avakirina civaka demokratîk" ya Abdullah Ocalan ku 27’ê Sibatê de saet di 17’an de hat deklerekirin hîna jî deng dide. Banga ku li Tirkiye, her çar alî Kurdistan û Tirkiyeyê hîna tê axaftin, wek "Îfadeyek îradeyê ya mezin" tê nirxandin. 

Ji Delegasyona Tecrîdê ya Navneteweyî parêzer Eva Schonveld ku gelek caran di mijara tecrîdê de serdana Tirkiyeyê kiriye der barê banga dîrokî û tecrîda hîna didome de axivî.

Me ew baş dît 

Eva Schonveld diyar kir ku di wêne Abdullah Ocalan baş bûye û vê ew kêfxweş kiriye û got: “Di serdana min a ewil de salek bû agahî ji Abdullah Ocalan nedihat girtin. Bi rastî ev bi fikar bû û mirov ditirsiyan. Ez matmayî mabûm."

Banga Ocalan girîng e

Eva Schonveld daxuyakirin ku divê aştî ji dil bê û der barê banga hatiye kirin de jî got: “Aştî bi demokrasiya rast dikare pêk bê. Divê ev biryar, bêçekbûn bi pêvajoyên demokratîk bên. Banga Ocalan girîng e.”

Divê pratîk hebe

Eva Schonveld bi lêv kir ku divê Tirkiye di vê mijarê de pratîkê nîşan bide û wiha dirêjî dayê: “Ne tenê gotin divê pratîk hebin. Ji ber me dît ku sozên siyasî çiqas têr dikin. Ev guhertinên tên kirin heman di demê de wê ji bo berdana girtiyên siyasî, bidawîbûna girtin binçavkirin û pêkanînên îşkenceyê wê bibe derfet.”

Bang bawerî ye

Eva Schonveld wiha berdewam kir: “Beriya lihevkirinê divê zemînek saxlem bê avakirin. Ev bang wê dînamîkên herêmê biguherînin. Ev bang bi rastî girîng e. Bi îlham û bawerî ye. Gavek wêrek a ku tu car nehatiye dîtinê ye.”

Çavkaniya îlhamê ye

Eva Schonveld her wiha bi lêv kir ku tevgera azadiya kurd di navbera aktîvîstên siyasî de bandorek navneteweyî afirandiye û li seranserê cîhanê bûye çavkaniya îlhamê. Eva Schonveld ev nirxandin kir: “Xebata Jineoloji, bi taybetî, bandorek girîng li ser nîqaşên îdeolojîk ên di nav kesên ku hewl didin li gelek welatên cihê guhertinan çêbikin, dike. Zelalbûn, kûrahiya fikir û tecrubeyên wan, nêzîkatiya pragmatîk û çanda kûr a lênihêrîna kesên din, israra li ser bidawîkirina îstîsmarê û xemsariya hev û din a li seranserê cîhanê îlhamek e.” 

Rêyek ewledar 

Eva Schonveld di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ev bang destpêka demeke nû ye û wiha dawî lê anî: “Ger wisa be, ew ê pir baş be! Ev bê guman dê bibe tevgerek bêhempa. Dê bi rastî girîng be ku ev yek bi qasî ku gengaz be bi çavdêriya medyayê re bi gelemperî were kirin, ji ber ku ew yek rêyek e ku rêyek ewledar çêbike heke ew li ber çavên cîhanê were kirin.”

JINNEWS/MELEKAVCI/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.