Derhênerê navdar Ridley Scott behsa filmê xwe yê dawî “Napoleon” kir. Ridley Scott derbarê lîstikvanê sereke yê filmî de ango Joaquin Phoenix de jî got; “Ez li Joaquin dinihêrim û dibêjim ev şeytanê piçûk dişibe Napolyon Bonapart.”
Derhênerê Emerîkî Ridley Scott di derbarê fîgûrekî dîrokî yê ku ew niha jî tê nîqaşkirin filmekî çêkir. Filmê wî yê “Napoleon” behsa qomûtan û siyasetvanê Fransî Napolyon Bonaprat dike. Ridley Scot her wiha da zanîn ku bê ka wî çima ji bo rolê sereke lîstikvanekî weke Joaquin Phoenix neqandiye.
Ridley Scott piştî li filmê “Joker” temaşe diki di bin tesîra lîstikvaniya Joaquin Phoenix de dimîne. Her wiha ew Phoenix dişibîne Napolyon Bonapart jî û bi vî awayî biryar dide di filmê xwe de rola sereke bide wî.
Ridley Scott ku ew derhênerekî 85 salîy e balê dibe ser fîgûrê Napolyon Bonapart û dibêje di Şoreşa Fransa de xwedî roleke girîng bû. Ridley Scott ji bo Napolyon Bonapart got; “Ez wî û Skenderê mezin tînim gel hev. Carna jî bi Stalîn û Hîtler re jî dinirxînim. Bifikirin gelek tişt hatine serê wî û serpêhatiyên wî yên nexweş çêbûne. Her wiha ew bi wêrekî û qabilîyeta xwe ya siyasî jî kesayetek têra xwe balkêş bû.”
Filmê “Napoleon” yê Ridley Scott dê di 22’yê meha Mijdarê de bikeve vîzyonê û li sînemayan were nîşandan.
NAVENDA NÛÇEYAN