- Mûrat Karayilan diyar kir ku gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî êrişên dewleta Tirk bi rengekî dîrokî û serketî li ber xwe dide û got: Ev ne şerekî taktîkî ye, ev şer stratejîk e.
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan bi wesîleya 1’ê Gulanê bi rêya cîhaza ragihandinê ji hêzên gerîla yên li eyaleta Metîna, Zap û Avaşînê re axivî. Karayilan 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz kir û got:
“Bi pêşengiya partiya me PKK’ê doza karker û kedkaran a li Kurdistanê îro bi têkoşîna gel û gerîla gihandiye asta herî bilind. Têkoşîna sosyalîzma demokratîk û kedê li ber fikir û ramanên Rêber Apo li Kurdistanê berz dibe.
Weke ku tê zanîn meha Gulanê di heman demê de meha şehîdan e. Di şexsê hevrê Hakî Karer de em şehîdên şoreşger ên Kurdistanê bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em ê çeka wan li erdê nehêlin, ala wan bêhtir bilind bikin û xeyalên wan pêk bînin. Li ser vê bingehê, bi mezinkirina têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê em ê xwedî li bîranîna wan derkevin. Li dijî dagirkeriya Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedanek tê meşandin ku berxwedaneke ne ji rêzê ye. Berxwedaneke dîrokî ye. Niha li Avaşînê, Zapê û Metînayê têkoşîneke gelî bi wate bi rê ve diçe. Ji aliyê siyasî û leşkerî ve wê encamên xwe gelekî girîng be. Lewma em dibêjin ku berxwedaneke ji rêzê nîne. Pêvajoyeke dîrokî ye û di şerê azadiya Kurdistanê de ev têkoşîn di asteke stratejîk de tê meşandin.
Ji bo herêmê jî metirsiyeke mezin e
Dewleta Tirk li dijî gelê me û gelên herêmê hesabên qirêj dike. Ji bo karibe van hesabên xwe yên qirêj bi cih bîne jî vî şerî dimeşîne. Lê belê heta niha bi ti awayî bi ser neketiye. Niha dixwaze li Herêmên Parastinê yên Medyayê şer giran bike, gerîla ji herêmê derxîne û li wan herêman bi cih bibe. Hem dixwaze herêma tampon çebike, hem jî qada stratejîk dagir bike û bi vî rengî destketiyên gelê Kurd hemûyan bixe bin kontrola xwe. Pêkhatina rewşeke bi vî rengî di heman demê de ji bo gelê Ereb û gelên herêmê jî gef û metirsiyeke mezin e.
Ev şer taktîkî nîne
Dewleta Tirk a dagirker ketiye demeke lawaz. AKP-MHP ne xurt e, berevajî; di dema xwe ya herî qels de ye. Ji bo karibe temenê xwe yê li ser desthilatdariyê dirêj bike êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Man û nemana xwe di vî şerî de dibîne. Lê belê eger li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi ser nekeve û têk biçe, wê wextê rejîma AKP-MHP’ê wê bi temamî hilweşe.
Rast e, şer niha li çiyê bi rê ve diçe lê belê wê bandorê li tevahiya Tirkiye û herêmê bike. Lewma bala her kesî li ser vî şerî ye. Haya hevalên me ji girîngiya vî şerî heye. Yanî ev şer ne tenê şerê parastina herêmekê ye. Şerê paşeroj, hebûn û azadiya gelê me ye, şerê demokrasiyê ye. Encamên xwe yên bi vî rengî heye. Lewma em dixwazin di vî şerî de bi ser bikevin. Weke tevger eger rîsk hebe divê em bidin ber çavên xwe, divê fedakarî bê kirin. Bila heval hemû zanibin ku biryara me bi vî rengî ye. Yanî ne bi rengekî taktîkî nêzî vî şerî bibin, divê bi rengekî stratejîk nêzîkatî lê bê kirin. Di demekê de ku dijminê me lawaz e, gelek firsend hene ku em dikarin bi kar bînin. Eger dijmin bişikê wê encamên gelekî mezin bi dest bikevin.
Em firsendê nedin dijmin
Di şerê 8 rojan de ji aliyê me ve serketinek derketiye holê lê divê heval bi vê serketinê ji ser xwe ve neçin. Ev hê destpêk e. Ji ber ku dijmin nêzîkatiya xwe ne ji rêzê ye. Ji ber vê divê em jî baldar nêz bibin, encamên girîng derxînin holê û sivikatî li dijmin nekin. Lê divê em geştir bikin. Dijmin ev bi rojan, bi seatan, bi deqîqeyan li berxwedana gerîla rast tê. Em ê dijmin wiha têk bibin. Ango li ti deverê divê em firsendê nedin dijmin. Weke ku min gotî, gerîlayên serdemê îro li Kurdistanê dijî lê divê ji hemû cîhanê re bibe mînak.”
NAVENDA NÛÇEYAN