Ev Newroz wê bibe ya azadiyê

Pêncşem 17 Adar 2022 - 22:15

  • NPG´ê got, ew bi biryardariya azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe, Newrozê pêşwazî dike.

NPG´ê got, ew bi biryardariya azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe, Newrozê pêşwazî dike. Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi rasthatina Newrozê daxuyaniyek weşand û got, "Em dest bi sala 50'î ya meşa azadiyê ya koma Apoyî dikin, ku bi tespîta Rêber Apo ya, 'Kurdistan mêhtingeh e' û divê ji vê rewşê teqez bê rizgarkirin, dest pê kir.” 

NPG´ê bal bire ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan a di halê dîl de û got, “[Rêber Apo] Têkoşîna xwe ya bêrawestan 24 sal in li dijî Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê bênavber, bi berxwedana bêhempa û sekna mirovê azad ê mezin dewam dike. Em bi manewiyata Berxwedana Îmraliyê ya mezin a Rêber Apo, bi talîmata ku me ji şehîdên xwe wergirtiye, bi ruhê serhildanê yê gelê Kurdistanê ku bûye Newroz, bi ronahiya hişmendî ya felsefeya Apoyî, bi germahiya dil ê hezkirina gel, bi nirxên ku di pêvajoya têkoşînê ya nîvsedsalê de hatine afirandin, bi hêrsa xwe ya li dijî dijmin, ji her demê bêhtir bi asta milîtaniyê ya ku fedayî, bi biryar û berê xwe li serketinê ye, dest bi sala 50'î ya Newrozê dikin. Weke Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, bi lidarxistina civînên xwe yên Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê, bi amadekariyên xwe û diyarkirina plansazî û taktîkên xwe yên sala nû, bi biryardariya misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê xwe em Newroza xwe ya Rêbertiyê ya 50’î pêşwazî dikin. Ji mejiyê partiya me hevrê Mazlûm Dogan heta bi şûrê gelê me hevrê Mahsûm Korkmaz, ji Zekiye heta Rahşan, ji Bêrîtan heta Zîlan, ji Zelal heta Delal, ji Adil heta Reşît Serdar, ji Şoreş Beytuşşebab heta bi Hewram, Nûjîn, Diljîn, Zerdeşt, Hêjar, Rêber, Serhed, Rûken, Cûmalî, Çavrê, Botan, Serhildan û Zinarînan em bi ked û têkoşîna bi hezaran hevrêyên xwe yên şehîd, gihîştin vê astê. 

Me sond xwariye ku bi rengekî fedayî şer bikin û gerîlatiya serketinê teqez biafirînin, heta ku meşa xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin, em bi biryar in ku bi rengekî bêeman têbikoşin." 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.