• Cemîle Karakaş ji bo ku tevlî çalakiya nobeta edaletê bibe her roj li 3 wesayîtan siwar dibe. Wê got, ev yek ji bo wê meseleya wicdanî ye. 

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên azadiyê bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareserî’ dane destpêkirin, di roja 34’an de bi biryardarî dewam dike.

Li gel vê, Nobetên Edaletê yên xizmên girtiyan li Stenbol, Izmîr, Amed, Wan, Mêrsîn û Edeneyê jî, dewam dikin. Yek ji nobetdarên çalakiya li Stenbolê, Cemîle Karakaş e. 

Cemîle Karakaş her roj saet di navbera 11.00 û 17.00’an de li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partiyê ya navçeya Stenbolê  Bagcilarê, tevlî Nobeta Edaletê dibe; ew li ser çalakiyê axivî.

Kurê Cemîle Karakaşê, Xemgîn Karakaş li Girtîgeha Bolvadîn a Afyonkarahîsarê di greva birçîbûnê de ye. Cemîle Karakaş ev 13 roj in, ji bo piştgiriya daxwazên kurê xwe û girtiyên din di Nobeta Edaletê de ye. 

Tevî ku Karakaş nexweş e jî, her roj tevlî çalakiyê dibe. Karakaş ji bo tevlî çalakiyê bibe, ji Şîrînevlerê tê Bagcilarê. Ango her roj li 3 wesayîtan siwar dibe. 

Cemîle Karakaşê diyar kir ku ev mesele ji bo wê meseleyeke wicdanî ye û got, “Zarokên me li girtîgehê di greva birçîbûnê de ne. Ez ji aliyê exlaqî ve ji vê rewşê bêzar im. Ev ne tenê ji bo kurê min, ji bo zarokên me hemûyan jî wisa ye. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Kurê min pirr nexweş e. Tevî vê yekê jî li girtîgehê li ber xwe dide."

Divê edalet ji bo her kesî be

Karakaşê diyar kir ku di sala 2021’ê de jî ji bo berdana girtiyên nexweş, çalakiya Nobeta Edaletê hatiye lidarxistin û ew tev li wê çalakiyê jî bûye û got, “Me 11 mehan her pêncşem tevî 5 dayikan Nobeta Edaletê girt. Her pêncşem li me dixistin û em dikirin nezaretê. Gelek êşkence li min kirin. Carekê dema ku wan ez kirim nezaretê, 9 kelepçe li destê min dan. Niha hem di mil û hem jî di çokên min de nerihetî heye. Li gel vê zextê jî min ti carî dest ji têkoşînê berneda. Berxwedana me bi ser ket. Zexta li ser wan hinekî sist bû. Me tevî her tiştî jî li ber xwe da."

Karakaşê ji bo zarokên xwe doza edaletê kir û got, “Li vî welatî divê her kes wekhev be. Em Kurd mafên xwe, ziman û nasnameya xwe dixwazin. Zarokên me mafên xwe dixwazin. Divê edalet ji bo her kesî be. Çareseriya her tiştî heye. Çima ji tecrîdê re çareyek nayê dîtin?"

Endamê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên xwe Wenda Kirine re ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER) Necmettîn Toptamûr ku ji bo piştgiriyê hat cihê çalakiyê, diyar kir ku li gelek deverên cîhanê ji bo Rêber Abdullah Ocalan çalakî tên lidarxistin û got, “Ger birêz Ocalan ji vê esaretê rizgar bibe dê aştî bê cîhanê û Rojhilata Navîn. Ji ber vê, em vê tecrîdê û tiştên li girtîgehan diqewimin, qebûl nakin. Em ê li vir nobeda xwe bidomînin." 

Rîtûela ji bo Rêber Abdullah Ocalan

Li Meksîkayê endamên kolektîfa Mujeres Colibriyê, pradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk nîqaş kirin û straneke kevneşop a gelên Abla Yalayê ji bo Rêber Abdullah Ocalan gotin.

Bi vexwendina endamên kolektîfa Mujeres Colibriyê ên ku li bajarê Xochimilco ya Meksîkayê dimînin, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareseriya siyasî” de çalakiya piştgiriyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de paradigmaya Konfederalîzma Demokratîk ya Rêber Abdullah Ocalan hat nîqaş kirin, straneke ku di rîtûlên taybet de tê gotin hat strandin. Di strana ku gelê xwecihî weke kevneşop tîne ziman de, garisê ku ji bo gelê Abya Yalayê pîroz e, xweşikahiyên mirovbûnê û girîngiya axê ji bo mirovan tê gotin.

Di dawiya çalakiyê de endamên kolektîf peyamek parve kirin û diyar kirin ku paradigmaya azadîxwaz ya Abdullah Ocalan û perspektîfên wî yên derheqê azadiya jinan de bandor li wan kirine û îlhameke mezin girtine. Wan her wiha anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo jinên li cîhanê hemûyan rêberekî mezin e û xwestin ku Rêber Abdullah Ocalan tavilê azad bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN