Ev mehek e zilmê li dayikan dike
În 5 Mijdar 2021 - 23:29
- Çalakiya li Deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojava de doh mehek li pey xwe hişt.
Çalakiya li Deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojava de doh mehek li pey xwe hişt. Saziya Malbatên Şehîdan ji bo ku cenazeyên gerîlayên HPG’ê ji PDK´ê wergirin, li Deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojava de çalakiyek dabû destpêkirin. Ev cenazeyên wan gerîlayan in ku PDK’ê li Xelîfanê 28 û 29´ê Tebaxê şehîd kiribûn.
Dayikên Aştiyê roja 7’an a çalakiyê ji bo ku xwe bigihînin rêveberên Başûrê Kurdistanê, çûbûn ber sînorê Başûr, lê PDK´ê ti bersiv nedabû dayikan. Dayik di roja 16’an de jî çûn ber sînor lê dîsa jî PDK´ê ti bersiv neda wan.
Di çalakiyê de her roj nobet tê girtin. Doh jî komîteya tendirustiyê ya herêma Cizîrê çû serdana konê çalakiyê.
Dayikên Aştiyê û Saziya Malbatên Şehîdan diyar kirin, heta ku ew cenazeyê zarokên xwe yên şehîd wergirin, ew ê çalakiya xwe bidomînin.
DÊRIK