- Piştî demeke dirêj, keftarê bixet ê li ber nemanê, li devera Zinarê Gewr ê gundê Semkûlî yê Rihayê hat dîtin.
Piştî demeke dirêj, keftarê bixet ê li ber nemanê, li devera Zinarê Gewr ê gundê Semkûlî yê Rihayê hat dîtin.
Keftarê bixet li gorî kategoriyên Yekitiya Parastina Çavkaniyên Xwezayî û Xwezayê ya Cîhanê (IUCN) li ber nemanê ye. Ev keftar li devera Zinarê Gewr ê gundê Semkûlî yê navçeya Qerekoprî ya Rihayê hat dîtin. Li gorî texmînan, dibe ku keftar beriya salekê xwe ji Semsûrê berdabe deverê. Niha gundî van keftaran xwedî dikin. Hat zanîn ku yek ji keftaran dêlik e û bi têjikên xwe re li deverê ye.
Qederê 70 salan di deverê keftar nehatibûn dîtin. Li ser gumana gundiyekî kamera li deverê hatin bicihkirin û wêneyên keftaran hat girtin.
Gundiyan ji bo parastina keftaran miracaetî Lijneya Parastinan Hebûnên Çandî ya Herêmê kir.
MA/RIHA