Li ser daxwaza serokwezîrê hikûmeta Hewlêrê Mesrûr Barzanî gelek çalakvan û rojnamevanên Behdînanê hatibûn girtin û cezayên giran li wan hatibûn birrîn. Bi biryareke sosret, serokê herêma Başûrê Kurdistanê yê PDK´yî Nêçîrvan Barzanî, ji sedî 60´ê cezayê 4´an ji wan hat kêmkirin, û ji sedî 50´ê cezayê li rojnamevan Şerwan Şerwanî.

Bi qasî ku em pê dizanin, efûyeke bi vî rengî li ti dera dinyayê nebû! Axir belkî ew jî xêr e. 

Belkî jî peyama Nêçîrvan Barzanî ev e: Erê sûcê we çalak û rojnamevanan nîne, lê ma li çûna 6 salan 2 sal û nîv di hepsê de hûn bimînin, ne çêtir e.

NAVENDA NÛÇEYAN