Ev in çar fedaiyên Avaşînê

În 12 Mijdar 2021 - 23:15

  • HPG'ê 4 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn, bi bîr anîn û got, berxwedêrên Avaşînê bi berxwedana xwe bûn rûpelekî nû di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de û xewn û xeyalên dijmin têk birin. 

HPG'ê 4 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn, bi bîr anîn û got, berxwedêrên Avaşînê bi berxwedana xwe bûn rûpelekî nû di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de û xewn û xeyalên dijmin têk birin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên ku 8'ê Cotmehê li Avaşînê şehîd bûn, daxuyaniyek da û got, "8'ê Cotmeha 2021'ê li deverên Dola Konferansê û Tabûra Ereban, di êrişên hewayî de ji milîtanên pêşeng ên Berxwedana Avaşînê, hevrêyên me Avesta, Adîfe, Berxwedan û Cesûr şehîd bûn. Her çar hevrêyên me di afirandina rêbaza şerê bi rengê tîm ê Gerîlatiya Serdema Nû de bi rola pêşengiyê rabûn û derbên giran li dijmin xistin. Hevrêyên me yên leheng bi şervaniya xwe her tim pêşengî ji me hevrêyên xwe re kirin û şehadeta wan wê bibe hinceta me ya tolhildanê."

HPG´ê ji bo şehîd Avesta Cûdî got, "Hevrêya me Avesta sala 2014'an li ser bingeha artêşbûna jinê li Botanê tevlî nava refên gerîla bû û di demeke kurt de şareza bû, di asta pêşengiyê de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Ji bo ku bi kûrbûna li ser xeta Rêber Apo bibe milîtaneke baş a PAJK’ê, timî hewl dida. Li herêma Avaşînê rêbaza şerê tîm ê gerîla xurt kir, pêşengî jê re kir û fermandariya demê ya YJA Starê bi rengekî serketî temsîl kir. Li her devera ku dagirker lê bûn, çalakiyên afirîner bi rêxistin dikir û cihê xwe di nava van çalakiyan hemûyan de digirt. Xeta fedayî ya hevrêya me Avesta wê rêya me ronî bike."

HPG´ê ji bo şehîd Adîfe Kanîreş jî got, "Hevrêya me Adîfe demekê beşdarî karên ciwanan bû û weke jineke Kurd a bi rûmet timî weke armanc danî ber xwe ku tevlî nava refên gerîla bibe û armancên azadiyê yên gelê me pêk bîne. Hevrêya me di demeke kurt de bû gerîlayeke şareza, di xeta PKK û PAJK'ê de bû milîtaneke YJA Starê ya mînak. Demeke dirêj li Zagrosan têkoşiya. Şeva 23'ê Nîsanê dema ku artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyona ji bo dagirkeriyê kir, weke fermandarekê berê xwe da çeperên şer û heta kêliya ku şehîd bibe, bênavber têkoşiya. Bi sekna xwe ya li nava jiyan û şer wê her tim rêya me ronî bike."

Fedaiyên serketinê

HPG´ê ji bo şehîd Berxwedan Zagros got, "Hevrê Berxwedan li Sirûca Rihayê ji dayik bûye. Piştî 4 salên di girtîgehê de, dema ji zindanên dijmin derket berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrê Berxwedan her dem tolhildana ji dijmin di bîra wî de bû û her dem hewl dida di warê leşkerî de xwe bi pêş ve bibe. Ew piştî sala 2017’an li devera Avaşînê maye. Wî her kêliya berxwedana ji bo Avaşînê hîs kiriye û bi Avaşînê re bûye yek. Hevrê Berxwedan li deverên berxwedanê bi terza gerîlatiya gerok, pêşengiya gelek çalakiyên xurt ên li hemberî dijmin kir." 

Ji bo şehîd Cesûr Axîn jî HPG´ê got, "Hevrê Cesûr sala 2017’an tevlî nav refên gerîlayan bû. Wî pratîka xwe ya gerîlatiyê li Avaşînê bihurandiye û bûye gerîlayekî jîr ê Zagrosê. Hevrê Cesûr rastiya dijmin li Avaşînê nas kiriye û di çalakiyan de rastiya dijmin ji nêz ve dîtiye. Wekî pêşeng tevlî gelek çalakiyên li dijî dagirkeriya piştî 23´yî Nîsanê bû. Ji bo ku hevrêyên xwe yên di tunelên şer de bigihîne serketinê, bi şev û roj fedakariyeke mezin kir, heta ku bi awayekî fedaiyane şehîd bû."

Agahiyên li ser nasnameyên şehîdan ev in: 

* Avesta Cûdî (Esra Toglik) a li Şirnexê ji dayik bûye, keça Fatim û Mehmet

* Adîfe Kanîreş (Dîlan Harmanci) ya li Çewlîkê ji dayik bûye, keça Makbûle û Hasan

* Berxwedan Zagros (Metîn Ozturk) ê li Rihayê ji dayik bûye, kurê Sidika û Emîn

* Cesûr Axîn (Xebat Bozan) ê li Kobanê ji dayik bûye, kurê Zehra û Mihemed

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.